Frank Pallone: Trump şervan avêtine ber guran

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Frank Pallone Amerîka Kurd HSD Şervan Donald Trump Tom Barrack Rick Santorum Josh Gottheimer Sûriye DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Meclisa Nûneran a Amerîkayê Frank Pallone rexneyên tund li Donald Trump girtin û got, Serokê Amerîkayê "dostekî xerab e û hevpeymanên xwe yên li Sûriyeyê avêtine ber guran."

Frank Pallone, Endamê Meclisa Nûneran a Amerîkayê yê ji eyaleta New Jerseyê derbarê rewşa Sûriyeyê û siyaseta derve ya rêveberiya Trump peyamek belav kir.

Pallone di peyama xwe de got, "Şopandina bipêşketinên niha yên li Sûriyeyê cihê nîgeraniyê ye.

Hevpeymanên sereke yên di şerê dijî terorê de avêtine ber guran."

"Dostekî xerab e"

Ew endamê Kongreya Amerîkayê amaje pê kir ku Trump îxanetê li hevpeymanên Washingtonê dike û got:

"Ji îxaneta li hevpeymanên NATOyê ku di bidestxistina serkeftina di Şerê Sar de alîkariya me kirin û mil bi milê me li Efxanistanê şer kirin, heta bi hiştina wan şervanên ku alîkariya me kir em DAIŞê têk bibin, Trump car li pey carê îsbat dike ku ew dostekî xerab e."

Frank Pallone daxwaz kir ku birêvebiriya Trump wekî berpirsyar were dîtin û got:

"Divê ev birêvebirî bersiva vê siyaseta xwe ya derve ya bêxem bide."

Hişyariya Josh Gottheimer bo Şamê

Di heman demê de, Endamê Meclisa Nûneran a Amerîkayê yê ji eyaleta New Jerseyê Josh Gottheimer jî hişyariyek da hikûmeta Sûriyeyê.

Gottheimer got, "Divê Şam biryara sivikkirina cezayên Amerîkayê şaş fêm neke."

Gottheimer li ser hesabê xwe yê Xê wih nivîsî:

"Bila ez zelal bim; divê hikûmeta Sûriyeyê hêsankariyên Amerîkayê yên ji bo sizayan şaş fêm neke.

Her gefa li ser wan girtîgehên ku çekdarên DAIŞê tê de ne, yan her metirsiya li ser ewlehiya hevpeymanên me yên Kurd ên girîng û kêmîneya neteweyî, tê wateya binpêkirina naveroka biryara betalkirina sizayên Qeyser."

Gottheimer daxwaz ji hikûmeta Sûriyeyê kir ku demildest operasyonên leşkerî rawestîne, heke na ew dê rûbirûyê "sizayên nû yên têkder" bibe.

"Ji bo Tirkiyeyê îxanet li Kurdan kir"

Li aliyê din, Endamê berê yê Senatoya Amerîkayê Rick Santorum jî li ser tora Xê peyamek belav kir û got:

"Kurdan li bakurê rojhilatê Sûriyeyê şerê giran ê li dijî DAIŞê ji bo me kir û demokrasiyeke pir-olî damezirandiye."

Santorum derbarê Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack de jî got:

"Ji bo Tirkiyeyê îxanet li wan [Kurdan], Xiristiyanên Sûriyeyê û welatê me kir. Reftara wî cihê şermezariyê ye û pêwîst e bê gazîkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst