Dosteke Kurdan xwe ji bo Serokatiya Amerîkayê dike berbijêr

16-01-2019
RÛDAW
Tulsi Gabbard di dema şerê dijî DAIŞê de dengê bilind ê alîkarîkirina Kurdan bû
Tulsi Gabbard di dema şerê dijî DAIŞê de dengê bilind ê alîkarîkirina Kurdan bû
Nîşan Kurd Dost Amerîka Serokatî Berbijêr
A+ A-

Waşinton (Rûdaw) – Dosteke Kurdan di Kongresê de ragihandiye ku di 2020an de xwe ji bo posta Serokê Amerîkayê dike berbijêr.

 

Tulsi Gabbard li Kongresê di dema şerê dijî DAIŞê ya Mijdara 2014an de dengê bilind ê alîkarîkirina Kurdan bû, ku wezîr dida ber pirsyaran ku çima rasterast çek nadin Kurdan. Endama Encûmena Nûneran a ji Partiya Demokratan wê demê gotibû: “Çend fewcên Pêşmerge perwerde dikin, gelo rasterast çek ji bo wan dabîn dikin, gelo wan çekan bi rêya Bexdayê dişînin?”

 

Gabbard endameke Partiya Demokratan e û di hilbijartinanên derbasbûyî de li şûna Hillary Clinton, piştgiriya Bernie Sanders dikir.

 

Tulsi Gabbard şeş sal e endama Kongresa Amerîkayê ye. Berî niha li Iraq û Efxanistanê leşkera Amerîkayê bû. Wê weke endama Kongresê serdana Başûrê Kurdistanê kiriye û li gel serkirdetiya Kurdistanê civiyaye.

 

Pisporê Karûbarên Kurd ê li Waşintonê Sasha Toperich li ser Tulsi Gabbard dibêje: “Ez bawer im dê di salên 2019 û 2020an de dengekî bilind bibe ji bo Kurdistanê. Dema were ser namzedbûna serokatiyê, ez ji bo wê serkeftinê dixwazim, li gor baweriya min gelek zû ye ku em bibêjin şansê kê zêdetir e bibe namzedê sereke yê Partiya Demokratan.”

 

Di demekê de ku xizmeta wê ya leşkerî dibe ku gelek deng jê re bîne, Tulsi Gabbard li Amerîkayê ji xwe re gelek neyar jî çêkirine. Piştî serdaneke nepenî bo aliyê Serokê Sûriyê Beşar Esed di sala 2019an de, ew li dijî rûxandina Esed e û dibêje ku bedêla Esed, opozisyona Sûriyê ye ku weke terorîst têne qebûlkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst