Rayedarên Amerîkayê: Şerê Îranê dê heta çend hefteyan bi dawî bibe

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên pilebilind ên îdareya Trump di wê baweriyê de ne ku dê şerê Îranê çend hefteyên bên yan jî zûtir bi dawî bibe.

Rayedarên Amerîkayê diyar dikin ku ev şer zererên aborî yên demkurt bi xwe re tîne.

Lê li gorî wan bi bidawîhatina şer re dê aboriya cîhanê vejî û bihayê enerjiyê dakeve.

“Bihayê petrolê dê dakeve”

Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Christopher Wright doh derbarê şerê Îranê daxuyanî da.

Christopher Wright ji medyaya welatê xwe re got:

"Bi baweriya min dê ev şer di çend hefteyên bê de tekez bi dawî bibe.

Piştî wê em dê bibînin ku dabînkirina petrolê zêde dibe û biha dadikevin."

Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê tekez kir ku liberxwedana vê "êşa demkurt" tiştekî pêwîst e.

Li gorî gotina wî, ev êş çêtir e ji wê yekê ku rê were dayîn Îran bibe xwediyê çeka nukleer.

Bihayê petrolê ji 100 dolarî derbas bûye

Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê êrişî Îranê kir û wê jî bi mûşek û dronan bersiv da wan êrişan.

Tehranê wekî beşek ji bersivdayînê, ji 2yê Adarê ve Tengava Hurmizê girtiye.

Ji wê demê ve bihayê petrolê ji 72 dolaran bilind bûye.

Niha bihayê bermîleke petrolê zêdetirî 100 dolarî ye.

Rêreya avî ya herî girîng

Tengava Hurmizê wekî yek ji rêreyên herî girîng ên avî tê dîtin ku enerjî di wê re tê veguhastin.

Li gorî Saziya Zanyariyên Enerjiyê ya Amerîkayê, rojane nêzîkî ji sedî 20ê petrola ku tê hinartin di wê tengavê re derbas dibe.

Birêvebirê Encumena Aboriya Niştimanî ya li Koşka Spî Kevin Hassett jî li ser mijarê axivî.

Kevin Hassett ragihand, operasyon li pêşiya wê demê ye ku berê îdareyê wekî 4 heta 6 hefteyan texmîn kiribû û wiha domand:

"Em pêşbînî dikin her ku şer bi dawî bibe, dê aboriya cîhanî vejî û dê geşbûneke mezin bi xwe re bibîne."

Trump banga alîkariyê kiribû

Balyozê Amerîkayê yê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz ragihand ku dan û standinên wan ên bi welatên hevpeyman re didomin.

Ev dan û standin ji bo şandina hêzên deryayî bi mebesta parastina Tengava Hurmîzê ye.

Wezîrê Enerjiyê Christopher Wright jî got, "Hemû kel û pelên leşkerî yên Amerîka û welatên din ji bo vekirina tengavê kar dikin."

Ev daxuyanî piştî wê yekê hatin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser medyaya civakî peyamek belav kiribû.

Trump diyar kiribû ku dê welatên din bi hevkariya Amerîkayê keştiyên şer bişînin.

Trump gotibû ku  ew hêvî dike ku welatên wekî Çîn, Fransa, Japonya, Koreya Başûr û Brîtanyayê keştiyên şer bişînin herêmê.

Trump xwestibû ku ew welat di pêkanîna asayîşa deryayî ya li Tengava Hurmîzê de alîkarên Amerîkayê bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst