Donald Trump: Me hêza leşkerî ya Îranê têk biriye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Donald Trump Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya herî nû de bi tundî êrişî Komara Îslamî ya Îranê kir û got, “Hêz û şiyana leşkerî ya Îranê gihiştiye asta herî nizm.”

Bi gotina Trump wan jêrxaneya çêkirina dron û mûşekan a Îranê wêran kiriye.

Trump her wiha eşkere kir ku Tehran ji bo veşartina şikestinên xwe serî li teknolojiya hişê çêkirî dide.

Donald Trump dema ku ji Mar-a-Lagoyê vedigeriya Koşka Spî, di balafira serokatiyê de axivî.

Trump amaje bi wê yekê kir ku niha hêza Îranê kêm e û got:

"Depoyên wan ên mûşekan gelekî kêm bûne.

Ew tenê çend mûşekên kêm davêjin, ji ber ku tiştek di destê wan de nemaye.

Me şiyana wan a hilberîna mûşekan têk bir."

Trump derbarê dronan jî eşkere kir ku şiyana dronan a Îranê daketiye ji sedî 20î û got:

"Em êrişên xwe yên li ser wan cihên ku dron lê tên çêkirin didominin. Em cihê piraniya wan dizanin."

Tengava Hurmizê û pirsgirêka parastinê

Trump di beşeke din a axaftina xwe de rexne li siyaseta berê ya Amerîkayê girt.

Ev rexne li ser parastina asayîşa Tengava Hurmizê bûn.

Trump got, "Çima divê em Tengava Hurmizê biparêzin? Ew der ji bo Çîn û welatên din e."

Trump bi bîr anî ku nêzîkî ji sedî 90ê petrola Çînê di wê derê re derbas dibe û got:

"Divê welatên din bi xwe werin pêş û di parastina asayîşa wê herêmê de alîkariya me bikin."

Yek ji rexneyên herî tund ên Trump ên li ser Îranê mijara nûçeyên nerast bû.

Trump li ser vê yekê jî got, "Îran bi hişê çêkirî nûçeyên sexte çêdike."

Serokê Amerîkayê her wiha anî zimên ku Îranê gotiye wan êrişî keştiya balafirhilgir a Abraham Lincolnê kiriye û wêneyên şewitandina wê belav kirin.

Lê Trump tekez kir ku ew hemû derew bûn û ti êriş nehatine kirin.

Her wiha Trump qala wê yekê jî kir ku Îranê wêneyên xwenîşandaneke "250 hezar kesî" belav kirine ku qaşo ji bo piştgiriya Xamineyî bûye.

Lê li gorî gotina Trump ev wêne hemû bi hişê çêkirî hatine çêkirin.

Trump got, "Ti rastiyên wan nînin, çimkî xelkê Îranê ji wê desthilatê nefret dike."

Kuştina 32 hezar xwenîşanderan

Trump Tehranê bi "tawanên mezin" ên li dijî gelê xwe tohmetbar kir.

Trump li ser vê mijarê got, "Di du hefteyên borî de desthilatdarên Îranê herî kêm 32 hezar xwenîşander kuştin.

Wan bi destê vala daxwaza guherînê dikir."

Trump îdia kir ku desthilatdarên Îranê gefê dixwin û dibêjin ew dê her kesê derkeve kolanan bikujin.

Pêwendiyên bi Îsraîlê re

Wî derbarê pêwendiyên bi Tel Evîvê re jî ew gotegotên ku digotin pirsgirêk di navbera wî û Benjamin Netanyahu de hene red kirin.

Trump got, "Pêwendiya min û Netanyahu ji asayîbûnê wêdetir e û gelekî baş e.

Em û Îsraîl ji bo dabînkirina asayîşa herêmê bi hev re dixebitin."

Bombeavêj û mijara nukleerê

Trump bi biryara xwe ya vekişîna ji peymana nukleer serbilind e û got:

"Eger ne ji min bûya, niha dê Îran bibûya xwediyê çeka nukleer."

Trump da zanîn ku wan bi balafirên B-2yê navendên nukleer ên Îranê wêran kirin.

Trump got, "Eger me ev kar nekira, niha dê Îsraîl û hemû Rojhilata Navîn bi çeka nukleer wêran bibûna."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst