Almanyayê bersiv da Trump: Ev ne şerê NATOyê ye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Almanya Îran Amerîka NATO Tengava Hurmizê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hikûmeta Almanyayê ragihand ku şerê li Rojhilata Navîn qet pêwendiya xwe bi NATOyê re tune.

Berdevk got ku ev şerê ku bi êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kiriye, "Ne şerê NATOyê ye."

Ev daxuyaniya Almanyayê piştî wê yekê hat ku Serokê Amerîkayê Donald Trump yekşemê bangî çend welatan kiribû.

Trump daxwaz ji Fransa û Brîtanyayê jî kiribû ku ji bo dabînkirina ewlehiya Tengava Hurmizê alîkar bin.

Serokê Amerîkayê pişt re zextên xwe yên li ser hevalbendên NATOyê zêde kirin.

Trump ji medyaya Brîtanyayê re got, eger endamên NATOyê beşdarî vekirina korîdorê nebin, dê paşerojeke "gelekî xerab" li benda hevpeymaniyê be.

Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Stefan Kornelius di konferanseke rojnamegeriyê de daxuyanî dan.

Kornelîus got, "NATO hevpeymaniyeke ji bo parastina xakê ye.

Di rewşa niha de ti biryara fermî ya ji bo belavkirina hêzên NATOyê tune."

Ji Amerîka û Îsraîlê daxwaza zelalkirinê hat kirin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê jî di heman konferansa rojnamegeriyê de axivî.

Wî destnîşan kir ku welatê wî pêwîstî bi wê yekê dibîne ku ji Îsraîl û Amerîkayê fêhm bike.

Berdevk anî zimên ku divê bê zanîn "di kîjan xalê de dê armancên wan ên leşkerî yên li Îranê pêk bên."

Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz înê daxuyaniyek dabû.

Merz ragihandibû ku divê şerê Rojhilata Navîn di demêke herê kurt de bi dawî bibe.

Merz her wiha gotibû, "Sûda wî ji ti kesî re nîne û zerereke mezin a aborî digihîne gelek aliyan ku Almanya jî yek ji wan e."

Boris Pistorius: Amerîkayê bêyî şêwirînê dest bi şer kir

Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius ragihand ku welatê wî dixwaze hemû alî rê li ber "alozbûna leşkerî ya zêdetir" bigirin.

Boris Pistorius anî zimên ku dê ji aliyê Almanyayê ve "ti beşdariyeke leşkerî" nebe.

Lê wî diyar kir ku Berlîn amade ye piştgiriyê bide hewldanên dîplomatîk da ku hatûçûyeke ewle di Tengava Hurmizê re were garantîkirin.

Wezîrê Parastinê yê Almanyayê şêwaza destpêkirina şer rexne kir û got:

"Em di rewşekê de ne ku me bi xwe ew çênekiriye. Ev şer bêyî ti şêwirînê dest pê kir."

Boris Pistorius her wiha bal kişand ser berpirsyariya Almanyayê û pê de çû:

"Berpirsyariya sereke ya Almanyayê parastina baskê rojhilat ê NATOyê û deverên bakur e. Em nikarin li her cihê cîhanê bin."

Boris Pistorius bi guman nêzîkî daxwaza Serokê Amerîkayê bû û pirsek pirsî:

"Donald Trump li bendê ye ku çend keştiyên şer ên Ewropayê li Tengava Hurmizê çi bikin, ku Hêza Deryayî ya Amerîkayê ya mezin bi tena serê xwe nikare bike? Ev ew pirs e ku ez ji wî dikim."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst