CENTCOM: Me zêdetirî 100 keştiyên şer ên Îranê têk birine

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Brad Cooper Amerîka Îran Keştiyên Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) hûrgiliyên nû yên derbarê Operasyona "Xezeba Dastanî" belav kirin.

CENTCOMê da zanîn ku wan zêdetirî 100 keştiyên şer ên Îranê têk birine.

Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper bi peyameke vîdyoyî bipêşketinên dawî yên şerê li dijî Îranê eşkere kirin.

Cooper di destpêkê de rêz li wan leşkerên Amerîkayî girt ku hefteya borî di ketina balafira KC-135ê de canê xwe ji dest dabû.

Cooper got, "Xizmet û dilsoziya wan a bêwêne îradeya me xurttir dike."

“Di 16 rojan de 6 hezar seferên şer”

Fermandarê CENTCOMê destnîşan kir ku 16 roj in wan "hêzeke agirîn a bêwêne" şandiye kûrahiya xaka Îranê.

Cooper anî zimên, "Heta îro firokevanên hêzên asmanî, deryayî zêdetirî 6 hezar geştên şer kirine.

Ev yek jî serdestiya me ya temam a li asmanê Îranê nîşan dide."

Li gorî gotinên Cooper, tenê di êrişên îniya borî yên li Girava Xarkê de, zêdetirî 90 armancên leşkerî hatine rûxandin.

Hat zanîn ku di nav wan de depoyên mînên deryayî û mûşekan jî hene.

Têkbirina binkeyên pîşesaziyê

Brad Cooper stratejiya nû ya Amerîkayê ya di vî şerî de eşkere kir û ragihand:

"Ku tu bi rêya lêdana li platformên avêtinê parastinê bikî tiştek e lê ku tu hemû dezgehên berfireh ên hilberînê yên li pişt wan çekan in ji nav bibî, ev tiştekî din e. Em îro tam vê yekê dikin."

Cara yekem e ku Fermandarê CENTCOMê wêneyên peykan nîşan dan û got:

"Ev li Tehranê kargeheke hilberîna dronên êrişber e. Ev a din jî depoya leşkerî ya Yezdê ye ku ji bo hilberîna torpîdoyan dihat bikaranîn.

Wekî ku hûn dibînin, piştî êrişên me tenê wêraneyek ji wan maye."

“Îranê êrişî 12 welatan kiriye”

Cooper derbarê zêdebûna alozî û êrişan de ev agahî dan:

"Îranê di du hefteyên borî de êrişî Oman, Erebistana Siûdî, Îsraîl, Urdin, Qibris, Tirkiyeyê, Azerbeycan, Îmarat, Qeter, Îraq, Kuweyt û Behrêynê kiriye.

Di wan êrişan de zêdetirî 300 caran bi qesdî sivîlên bêguneh hatine armanckirin."

Fermandarê CENTCOMê bi tundî êrişên Îranê yên li Tel Evîvê şermezar kirin û got:

"Rejîma Îranê bi bombeyên goşeyî êrişeke serkêşane bir ser taxên sivîlan ên Tel Evîvê. Ev cureyeke teqemeniyê ya kor e.

Em mil bi milê hevparên xwe disekinin da ku em parastina xwe xurttir bikin."

Keştiyên Îranê di bin metirsiyê de ne

Cooper derbarê ewlehiya deryayê got, "Me zêdetirî 100 keştiyên şer ên Îranê têk birine û hîn karê me xelas nebûye.

Em dê astengkirina şiyanên Îranê yên ji bo gefxwarina li azadiya deryavaniyê ya li Tengava Hurmizê bidomînin."

Fermandarê CENTCOMê Cooper di dawiya peyama xwe de, destxweşî li wan 50 hezar leşkerên Amerîkayî kir ku li herêmê hatine bicihkirin.

Wî bi taybetî qala rola tîmên lojîstîkê kir û got:

"Li ser rûyê erdê ti artêş nîne ku wekî artêşa Amerîkayê di warê lojîstîkê de zana be. Ew wisa dikin ku ev hêza agirîn 24 demjimêran bidome."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst