Trump: Îsraîl û Libnanê li ser agirbesteke 10 rojî li hev kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Îsraîl Libnan Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî bi Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re hevdîtin kirine û di navbera her du welatan de agirbesteke 10 rojî hatiye ragihandin.

Donald Trump derbarê agirbesta navbera Îsraîl û Libnanê daxuyaniyek belav kir.

Trump di daxuyaniya xwe de got, "Min nû bi Serokkomarê Libnanê yê gelekî rêzdar Joseph Aoun û Serokwezîrê Îsraîlê Bibi (Benjamin) Netanyahu re hevdîtinên gelekî baş kirin."

Agirbesteke 10 rojî

Trump anî zimên ku her du serkirdeyan li hev kiriye û got:

"Ji bo pêkanîna aştiyê ya di navbera welatên wan de, ew dê saet 17:00an (bi dema rojhilatê Amerîkayê - EST) bi awayekî fermî dest bi agirbesteke 10 rojî bikin."

Piştî 34 salan yekem hevdîtin

Di berdewamiya daxuyaniyê de Trump ragihand ku roja sêşemê piştî 34 salan nûnerên her du welatan cara ewil li Washingtona paytext bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re civiyane.

Donald Trump destnîşan kir ku wî ferman daye alîkarê xwe Serok JD Vance, Wezîrê Karên Derve Marco Rubio û Serokerkanê Giştî yê Artêşê Dan 'Razin' Caine ku ji bo aştiyeke mayînde bi Îsraîl û Libnanê re bixebitin.

"Ev dê bibe şerê 10an ku ez çareser dikim"

Trump daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:

"Ji bo min cihê serbilindiyê ye ku min heta niha li seranserê cîhanê 9 şer çareser kirine û ev dê bibe şerê min ê 10an, loma werin em, vî karî biqedînin!"

Trump Netanyahu û Aoun vedixwîne Koşka Spî

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun vexwîne Koşka Spî.

Trump di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev dê bibe yekemîn dan û standinên watedar ên navbera Îsraîl û Libnanê yên ji sala 1983yan ve ku demeke gelekî dûvdirêj e.

Trump got, "Her du alî dixwazin AŞTIYÊ bibînin û ez bawer dikim ku ew ê bi lez pêk were!"

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst