Hewlêr (Rûdaw) - Vladimir Medinskyê Şêwirmendê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku ew ji bo muzakereyên li Stenbolê kêfxweş in û ew amade ne ku pêwnediyan bidomînin.
Civînên heyetên Rûsya û Ukrayna li Stenbolê hatin kirin.
Ev ji Adara 2022yan û vir ve hevdîtina yekem a rasterast a di navbera Rûsya û Ukraynayê de bû.
Di nav civînan de Vladimir Medinskyê Şêwirmendê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin serokatiya heyeta Rûsyayê dikir.
“Em amade ne”
Vladimir Medinsky piştî dan sû standinên ku li Stenbolê hatin kirin daxuyanî da rojnamegeran û got:
"Em ji encamên muzakereyan kêfxweş in û em amade ne ku pêwendiyan bidomînin."
Medinsky derbarê mijarên ku di muzakereyan de li ser wan lihevkirin heye ev agahî dan:
"Di rojên pêşiya me de dê 1000 bi hezar dîlî bên guhertin.
Aliyê Ukraynayê daxwaza hevdîtina di asta serokdewletan de kir.
Me ev daxwaz qeyd kir. Rûsya û Ukrayna dê nêrînên xwe yên ji bo agirbestê bi hûrgilî pêşkêş bikin, pişt re dê mizakere bidomin. Em vê maqûl dibînin."
Li hêla din, Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Rustem Umerov jî gotibû, “Me û Rûsyayê li ser pevguhertina dîlan li hev kir.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse