Brîtanya ji bo dersînorkirina hemwelatiyê Tirkiyê rêkeftineke taybet dixwaze

16-07-2023
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Tirkiye Koçberî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê Suella Braverman ragihan ku ji bo lezkirina prosedurên dersînorkirinê ji bo Tirkiyê, li çareseriyek mîna rêkeftina bi Albanyayê re digere.

Li gorî nûçeya Euronewsê, Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê Suella Braverman piştî "zêdebûna mezin" a hejmara koçberên ku bi keştiyan ji Tirkiyeyê digihîjin wî welatî, li rêkeftineke bi şêwaza Albanyayê ya ji bo bilezkirina prosedurên dersînorkirina wî welatî digere.

Di van salên dawî de hejmara koçberên ku ji Albanyayê diçin Brîtanyayê bi awayeke cidî zêde bibû û vê yekê jî her du welat neçar kiribû ku çareyekê bibînin.

Li gorî nûçeyê, ji serê salê û vir ve zêdeyî hezar koçberên ji Tirkiyê bi rêya Behra Manşê xwe gihandine Brîtanyayê.

Ev hejmar li gorî salên berê zêdebûneke berbiçav nîşan dide û Tirkiye ji bo çûna neyasayî ya Brîtanyayê bûye yek ji welatên herî pêşîn.

Euronews diyar dike ku Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê Suella Braverman û Wezîrê Koçê yê Brîtanyayê Robert Jenrick li ser rêkeftineke bi şêwaza Albanyayê bi Tirkiyê re jî pêk bînin dinirxînin.

Tê gotin ku tê çaverêkirin Robert Jenrick ji bo gotûbêjkirina rêkeftinekî bi hikûmeta Tirkiyê re ya ji bo hêsankirina vegera koçberên neyasayî pêk bîne, vê mehê bi balafirê biçe Stenbolê.

Çavkaniyekî ku ji rojnameyê re axiviye, diyar kir dike ku dibe zêdebûna koçberên ji Tirkiyeyê bi erdhejên wêranker û rewşa xirab a aborî ya meha Sibatê ve girêdayî be.

Rayedarekî ji Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê ku navê wî nehat eşkerekirin dibêje: “Tirkiye bûye cihê dilgiraniyeke rasteqîne ji ber ku hejmareke pir zêde heye û divê em bikarin bi hêsanî koçberan dersînor bikin.”

Brîtanyaya ku berê plana şandina koçberên neyasayî bo Ruandayê amade kiribû, lê ji ber astengiya dadwerî ev plan hatiye ragirtin. Lêbelê, hukûmet li ser hewlên rêgirtina li ber koçberên neyasayî berdewam e.

Li aliyê din sala 2022yan di lîsteya penaberan a welatên Yekîtiya Ewropayê de welatiyên Tirkiyê di rêza sêyemîn de bû. Di sala 2022an de 58 hezar hemwelatiyên Tirkiyê cara ewil serî li welatên Yekîtiya Ewropayê dane. Welatiyên Tirkiyeyê di lîsteya sala 2021an de jî di rêza pêncemîn de bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst