Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyariyê dide ku heger şerê Îranê heta meha Hezîranê bidome, dê 45 milyon kes li seranserê cîhanê rûbirûyî birçîbûneke tund bibin.
Alîkarê Birêvebirê Cîbicîkar ê Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve Carl Skau li Cenevreyê di konferanseke rojnamegeriyê de axivî.
Carl Skau got, "Heger şerê Rojhilata Navîn heta hezîranê bidome, 45 milyon kesên din ji ber bilindbûna bihayan dê bikevin nava xeleka birçîbûneke tund."
“Pêşbîniyeke gelekî metirsîdar e”
Carl Skau amaje bi wê yekê kir ku ev pêşhat dê asta birçîbûnê ya li cîhanê bigihîne hejmareke wisa ku berê ti carî nehatiye tomarkirin.
Skau diyar kir û got, "Ev pêşbîniyeke gelekî metirsîdar e."
Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, niha 319 milyon kes li cîhanê ji ber birçîbûneke tund dinalin.
Tengava Hurmizê girtî ye
Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê êrişî Îranê kir û Îranê jî bi mûşek û dronan bersiva wan da.
Wekî beşek ji bersivdana xwe, Îranê êrişî welatên Kendavê kir û ji roja duyem a şer ve Tengava Hurmizê girtiye.
Tengava Hurmizê wekî yek ji girîngtirîn rêyên avî yên cîhanê tê dîtin.
Li gorî Saziya Zanyariyên Enerjiyê ya Amerîkayê, rojane ji sedî 20ê petrola hinardekirî ya cîhanê di vê tengavê re derbas dibe.
Bihayê petrolê bilind bû
Dema ku şer dest pê kir, bermîlek petrola Brentê bi 72 dolarî bû lê niha bi zêdetirî 100 dolaran tê firotin.
Bilindbûna bihayê enerjiyê dê bandorê li bilindbûna bihayê xwarin û pêdiviyên din ên rojane jî bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse