Berpirsekî Îranê: Mucteba Xamineyî di wê baweriyê de ye ku ne dema aştiyê ye

1 demjimêr berê
Nîşan Mucteba Xamineyî Îran Amerîka Îsraîl Elî Xamineyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa nûçeyan a Reutersê li ser zarê berpirsekî payebilind ê Îranî ragihand ku Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî pêşniyara 2 welatên navbeynkar a ji bo aştiyê red kiriye.

Li gorî wî berpirsê payebilind, di civîna ewil a taybet a li ser siyaseta derve û şer de helwesta Mucteba Xamineyî ya derbarê tolehildana ji Amerîka û Îsraîlê "gelekî tund û cidî" bûye.

Berpirsê Îranî eşkere nekir ka rêberê nû bi awayekî rûbirû beşdarî civînê bûye yan na.

Wî berpirsê ku nexwest navê wî were eşkere kirin, amaje pê kir ku 2 welatên navbeynkar pêşniyarek gihandine Wezareta Karên Derve ya Îranê da ku "alozî kêm bibin yan jî bi Amerîkayê re agirbest pêk were.”

Heman berpirsî derbarê hûrgiliyên pêşniyaran yan jî navê welatên navbeynkar de ti agahî neda.

Li gorî jêderê, Rêberê Bilind ê Îranê di bersiva xwe de gotiye, "Heta ku em Amerîka û Îsraîlê bi çokan de neynin, ew li ser têkçûna xwe mikur neyên û qerebûyê nedin, ne dema aştiyê ye."

Li Îranê biryara dawî ya hemû mijarên dewletê di destê Rêberê Bilind de ye.

Zêdetirî hefteyekê ye ku ew ji aliyê Encumena Pisporan ve wekî cîgirê bavê xwe Elî Xamineyî hatiye hilbijartin lê heta niha ti wêneyekî nû yê Mucteba Xamineyî nehatiye belavkirin.

Hinek berpirsên Îranê dibêjin di wan êrişên ku bavê wî tê de hat kuştin de Mucteba bi sivikî birîndar bûye lê berpirsên Amerîkayê di wê baweriyê de ne ku birîna wî giran e.

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ketiye hefteya xwe ya sêyem.

Piştî ku hevalbendên Amerîkayê daxwaza Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo alîkariya vekirina wê rêya avê ya giring red kir, Tengava Hurmizê bi giranî girtî maye.

Ev yek bûye sedema bilindbûna bihayê enerjiyê û tirsa enflasyonê.

Rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê hefteya borî di peyama xwe ya ewil a ji bo raya giştî de ku ji aliyê bêjerê televîzyona fermî ya Îranê ve hat xwendin, gotibû ku divê Tengava Hurmizê wekî amûrekî zextê yê li ser "dijminên Îranê" girtî bimîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst