Plana kuştina Larîcanî çawa pêk hat? Guardianê hûrgilî belav kirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Elî Larîcanî Îsraîl Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê îro nîvro kuştina Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî ragihand.

Serokwezîrê Îsraîlê jî piştî nîvro ev yek piştrast kir.

Rojnameya Guardianê ya Brîtanyayê derbarê armanckirina Larîcanî  hin zanyarî belav kirin.

Rojnameyê ew zanyarî ji berpirsekî Îsraîlî wergirtine.

Plana êrişê hatibû bipaşxistin

Li gorî Guardianê, berpirsê Îsraîlî ragihandiye ku plana armanckirina cihê Larîcanî ji bo şeva yekşemê hatibû dariştin.

Lê belê di çirkeya dawî plan guherî û hat bipaşxistin.

Berpirsê Îsraîlî daye zanîn ku piştî bipaşxistina plana êrişê, roja duşemê piştî nîvro zanyariyên îstixbaratî gihîştine destê wan.

Li gorî wan zanyariyan Larîcanî dê piştî demeke kurt bigihîşta yek ji wan daîreyên ku lê dimîne.

Bi kurê xwe re bû

Li gorî heman berpirsî, piştî wergirtina zanyariyan, bi êrişeke asmanî ew daîre hatiye armanckirin.

Di wê demê de Larîcanî bi kurekî xwe re li wê daîreyê bû.

Rojname dibêje ku dema nûçeya armanckirina wî cihî hat belavkirin û hîn jî çarenivîsa Larîcanî nediyar bû, berpirsekî din ê Îsraîlî axivî.

Wî berpirsî got, "îhtîmala ku Larîcanî ji wê êrişê rizgar bûbe, sifir e."

Daxuyaniyên cuda li ser dema kuştinê

Îro nîvro Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz got ku Larîcanî şeva borî hatiye kuştin.

Lê piştî nîvro Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu dema kuştinê guherand.

Netanyahu got, "Me îro serê sibehê Serkêşê Supaya Pasdaran Alî Larîcanî ji holê rakir."

Netanyahu bi vî awayî navê Supaya Pasdaran anî ziman û ew wekî hêza ku bi awayekî fîîlî Îranê bi rê ve dibe, pênase kir.

Bertekên ji Îranê

Heta niha berpirsên Îranê kuştina Larîcanî ranegihandiye.

Lê belê wan ev nûçe red jî nekiriye.

Demeke kurt piştî belavbûna nûçeya kuştina Larîcanî ji aliyê Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê ve, medyaya Îranê peyameke nivîskî belav kir.

Di peyamê de hat gotin, "Şehîdbûna qehremanên Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî li keştiya 'Dena'yê, beşek ji wan fîdekariyan e ku gelê wêrek ê Îranê di nava vê aloziyê de li dijî sitemkarên navdewletî nîşan daye."

Her wiha di peyamê de hate diyarkirin, "Bîranîna wan dê her tim di dilê gelê Îranê de bimîne û ev şehîdbûn dê bingehên artêşê di nava pêkhateya hêzên çekdar de ji bo çendîn salan bihêztir bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst