Li Almanyayê 2 Kurdên ji Dêrsimê hatin kuştin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Almanya Frankfurt Kenan Guleç Nîhat Karakaya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Raunheimê yê li nêzîkî bajarê Frankfurtê yê Almanyayê di êrişeke çekdarî de 2 Kurdên ji Dêrsimê hatin kuştin.

Di êrişê de Nîhat Karakaya û hevalê wî Kenan Guleç canê xwe ji dest da.

Medyaya Almanyayê ragihand ku dibe li pişt êrişê “xwîndariya di navbera malbatan de” hebe.

Bûyer doh bi şev derdora saet 03:45an li mekanê bi navê “Bistro Bauri”yê yê li bajarokê Raunheimê yê li nêzîkî Balafirgeha Frankfurtê qewimî.

Rasterast çûye ser maseya wî

Li gorî nûçeyên di medyaya Almanyayê de, êrişkarekî rûnixumandin bi zorê ketiye mekanê ku tê gotin girtî bû.

Êrişkar rasterast çûye ser maseya Nîhat Karakaya yê 60 salî û gule berdane wî.

Karakaya li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Hevalê wî Kenan Guleçê 35 salî jî di wê kêliyê de li cem wî bû û hewl da midaxeleyî bûyerê bike.

Ew jî bû armanca guleyên êrişkar.

Kenan Guleç jî tevî hemû midaxeleyan mir

Rastî Haberê di nûçeya xwe de navên qurbaniyan eşkere kirin û da zanîn ku her du jî bi eslê xwe ji Dêrsimê ne.

Medyaya Almanyayê: Dibe ku xwîndarî be

Rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitungê (FAZ) û çavkaniyên din ên herêmî yên Almanyayê ragihand ku polîsan li ser êrişê lêpirsîneke berfireh daye destpêkirin.

Her çend ji aliyê rayedarên fermî ve nehatibe piştrastkirin jî di nûçeyên medyaya Almanyayê de tê gotin ku dibe ev cinayet ji ber "xwîndariyeke malbatî" pêk hatibin.

Êrişkar piştî bûyerê bi peyatî reviye û polîsê Almanyayê ji bo girtina wî bi helîkopteran operasyoneke mezin da destpêkirin.

Dozgerî lêkolînê dike ka têkiliya êrişkar bi qurbaniyan re heye an na û sedema bingehîn a bûyerê çi ye.

Derdora "Bistro Bauri"ya ku êriş lê pêk hatiye ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.

Xebatên tîmên lêkolîna cihê bûyerê hîn jî didomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst