Dusseldorf (Rûdaw) - Şer li Kendavê ye lê ne tenê toz, agir ji Ewropayê rabûye... Partiyên Almanyayê, çi yên desthilatê çi jî yên mixalefetê, li ser wê yekê hevdeng in ku ew bûne qurbaniyê şerekî ku ne parçeyek jê ne.
Ji ber vê yekê, ew dixwazin hemû dergeh û rêyên dîplomatîk bi kar bînin da ku bazar û aboriya wan zêdetir nebe sotemniya şer.
Parlamentoya Federal a Almanyayê (Bundestag) mijûlî dîtina rêyekê ye da ku bandorên girtina Tengava Humizê kêm bike ku wekî teoqekê qirika aboriya welat girtiye.
Li gel zêdebûna bandorên aborî yên şer, dengê fraksiyonên desthilatê yên ji bo rawestandina şer bilindtir bûye.
Parlamenterê Partiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) Christoph Ploß got:
"Em gelek gotûbêjan dikin û gotûbêj berdewam in. Lê divê em bi awayekî zelal bibêjin ku ev şerek bû ku me ti carî dest pê nekiribû, şerek ku me bi vî rengî red dikir.
Mixabin, carinan hin bûyerên di siyaseta cîhanî de bandoreke wan a rasterast li ser me li Almanyayê heye.
Şerê Îranê rewşeke wiha ye. Niha divê em bi awayê herî baş ligel encaman tevbigerin.
Me berê jî tedbîrên bilez ji bo kêmkirina bihayê sotemeniyê, herî kêm ji bo demeke demkî, cîbicî kirine.
Ji ber vê yekê xala çarenivîsî ew e ku pêwîstiya me bi aramiyê li Rojhilata Navîn heye. Em dê li gorî karîna xwe ji bo vê yekê kar bikin."
Mixalefeta ku rexneyan li desthilatê digire, tevî teqezkirina li ser parastina xelkê sivîl û welatên cîranên Îranê, daxwazê ji hikûmeta Almanyayê dike ku hewlên cidîtir bide bo bidawîhatina şer.
Seroka Komîteya Pêwendiyên Derve ya Partiya Keskan Deborah During jî got:
"Mixabin, niha ez nabînim ku hikûmeta Almanyayê hewlên dîplomatîk wekî karê xwe yê pêşîne danîbe.
Ez dixwazim pabendiyeke zêdetir ji aliyê hikûmetê ve derbarê hewlên dîplomatîk de bibînim û berî her tiştî hikûmet çarenivîsa niştecihên sivîl ên li herêmê li ber çavan bigire, bêyî ku ferqê bike ka ew xelkê Îranê bin, xelkê Îsraîlê bin yan jî xelkê Libnanê bin.
Berpirsiyariya me ew e ku em bala xwe bidin ser vê nêrînê."
Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Jurgen Cobe jî got:
"Em bi hemû kanalên dîplomatîk û di hemû hewlên dîplomatîk de di çarçoveya Neteweyên Yekbûyî (UN) û Yekîtiya Ewropayê (EU) de, her wiha ligel hevbeşên xwe yên din di dan û standinan de ne.
Li gel Japonya û welatên din jî. Di rojên borî de min bi xwe jî ligel Balyozê Awistralyayê yê li vir axivî.
Em hewl didin ku ligel welatên din di wê çarçoveyê de şiyanên xwe bi kar bînin.
Xala girîng ew e ku ew kesên ev şer dane destpêkirin, her ew in ku dikarin dawî lê bînin.
Ew kesên ku vî şerî birêve dibin, ew kesên yekem in ku dikarin dawî lê bînin. Ev jî bi awayekî eşkere Trump e."
Hikûmeta Almanyayê ji bo kêmkirina bandorên girtina Tengava Humizê, pakêteke alîkariyê ya bi qasî 3 milyar û 800 milyon euroyî pesend kiriye.
Almanyayê ji xeynî kêmkirina nirxê kehrebeya pîşesaziyê, ji bo maweyê 2 mehan baca ser her lîtreyek benzînê jî 17 sentan kêm kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse