Hewlêr (Rûdaw) – Trump ragihand ku Amerîkayê bi tena serê xwe şiyana leşkerî ya Îranê têk biriye û êdî ew ne hewcedarî alîkariya ti welatî ne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi tundî rexne li hevalbendên xwe yên NATOyê girtin.
Donald Trump îro peyameke nû belav kir.
Trump got ku piraniya hevalbendên NATOyê ji Washingtonê re ragihandiye ku ew naxwazin tevlî operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê bibin ku wî wekî "rejîma terorê" pênase kir.
“NATO rêyeke yekalî ye”
Trump diyar kir ku ew ji vê helwesta hevalbendan şaş nemaye û wiha peyivî:
"Hema bêje her welat bi me re heman ramanê parve dike:Divê bi ti awayî rê neyê dayîn ku Îran bibe xwedî çekên nukleer.
Lê belê min NATO her tim wekî 'rêyeke yekalî' dît.
Amerîka her sal bi sedan milyar dolaran ji bo parastina yên din xerc dike lê dema em hewcedar bin ew ji bo me tiştekî nakin."
“Tiştekî bi navê artêşa Îranê nemaye”
Trump derbarê rewşa niha ya artêşa Îranê tabloyeke wêranker xêz kir û got:
"Xweşbextane me artêşa Îranê jixwe wêran kir. Êdî ne hêza wan a deryayî û ne jî ya asmanî maye, pergalên dijbalafir û radarên wan bi temamî hatin îmhakirin.
Ya herî giring jî kadroyên wan ên serkirde yên di her astê de êdî tunin.
Ew dê ti carî nikaribin careke din Amerîka, hevalbendên me yên li Rojhilata Navîn an jî cîhanê bi gefan bitirsînin.”
“Hewcedariya me bi alîkariyê nîne”
Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku ji ber "serkeftinên" leşkerî yên bi dest xistine êdî hewcedariya wan bi piştgiriya hevalbendan nîne û peyama xwe wiha bi dawî kir:
"Êdî alîkariya welatên NATOyê ji bo me ne pêwîst e, em naxwazin jî. Ji xwe ti carî bi rastî hewcedariya me bi wan nebû.
Ev rewş ji bo Japonya, Awistralya û Koreya Başûr jî derbasdar e.
Wekî Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku welatê herî bihêz ê cîhanê ye ez diaxivim: Hewcedariya me bi alîkariya ti kesî nîne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse