Li Holendayê hilbijartin: 13 Kurd namzed in

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Holenda Hilbijartinên Şaredariyan Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartinên meclisên şaredariyan ên Holendayê 18ê Gulana 2026an tên lidarxistin

Di van hilbijartinan de 13 namzedên Kurd ji nav partiyên siyasî yên cuda ji bo bidestxistina kursiyên nûnertiyê hevrikiyê dikin.

Li bajarên girîng namzed in

Ev namzedên ku ji perçeyên cuda yên Kurdistanê ne, li çend bajarên girîng bûne namzed.

Hêmin Hewêzî ji Partiya Xiristiyan Demokrat li bajarê Zoetermeerê namzedê 2yem e.

Saye Omer Bile li bajarê Haarlemê namzeda 7an e.

Semîr Şerîf li bajarê Den Haagê namzedê 25an e û Çinûr Zagros jî li bajarê Eindhovenê namzeda 31ê ye.

Her wiha li bajarên cuda nêzîkî 10 namzedên din ên Kurd jî hene.

“Pêwîst e Kurd di meclisan de xwedî nûner bin”

Semîr Şerîf ciwanekî Kurd e û li Holendayê ji dayîk bûye.

Semîr Şerîf ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û behsa girîngiya hilbijartinan kir.

Wî diyar kir ku li bajarên Holendayê revendeke mezin a Kurdan heye û got, "Pêwîst e Kurd di meclisan de xwedî nûner bin."

Semîr Şerîf bal kişand ser girîngiya siyasî ya bajarê Den Haagê ku ew bi xwe jî li wir namzed e.

Şerîf da zanîn ku Den Haag navenda biryardanê ya Holendayê ye û bangî Kurdên wî bajarî kir ku bi awayekî çalak beşdarî hilbijartinan bibin.

Bandora rasterast li jiyana welatiyan

Desthilata şaredariyan a li Holendayê rasterast bi jiyana rojane ya xelkê ve girêdayî ye.

Şaredarî bi taybetî di warên xanî, rê û xizmetguzariyên giştî de xwedî roleke serekî ne.

Ev yek bandoreke rasterast li jiyana welatiyan dike û ji ber vê yekê hilbijartinên encûmenên şaredariyan gelekî girîng in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst