Senatora Amerîkayî: Ez dixwazim sedema şerê bi Îranê re bizanim

2 demjimêr berê
Diyar Kurde
Jacky Rosenê / Wêne: Rûdaw
Jacky Rosenê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Amerîka Jacky Rosen Şer Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endama Meclisa Pîran a Amerîkayê (Senato) Jacky Rosenê ji serokê welatê xwe xwest ku sedemên destpêkirina şerê li dijî Îranê eşkere bike.

Jacky Rosen her wiha anî zimên ku mesrefa şer rojane gihiştiye milyarek dolarî û vê yekê barê jiyana welatiyên Amerîkayê gelekî giran kiriye.

“Dixwazim sedema îdareyê bizanim”

Senator Jacky Rosenê îro ji Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re axivî û got:

"Ez dixwazim îdare hinceta ku çima ketine nav şerê bi Îranê re nîşanî me bide.

Di demekê de ku rojane milyarek dolar tê xercakirin, xelkê parêzgeha Nevadayê nikarin kirêya malan û pêdiviyên xwe yên rojane peyda bikin."

Bandora şerê li ser aboriyê

Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê êrişî Îranê kir û Îranê jî bi dron û mûşekan bersiv da.

Wekî bersiv Îranê welatên Kendavê jî kirin armanc.

Ji roja duyem a şer ve, Îranê Tengava Hurmizê girtiye û ev yek bûye sedema bihabûna petrolê.

Bihayê bermîla petrolê ji 72 dolaran derketiye ser 100 dolaran.

Senatora Amerîkayî rexne li bihabûna sotemeniyê girt û got:

"Di navbera pênaseyên gumrikê û vî şerî de, xelkê me yê navxwe zerer dît. Lewma, beriya ku Serok li gorî kêfa xwe tevbigere, divê were Kongreyê."

“Ti agahiyên belgeyî nedane me”

Rosenê destnîşan kir ku heta niha îdareya Serokê Amerîkayê Donald Trump ti agahiyên belgeyî nedane endamên Kongreyê ji bo destpêkirina vî şerî û wiha domand:

“Hemû agahî di civîneke nehênî de ne lê di wê civînê de jî ti belge nîşanî min nehat dayîn ku gefeke nêzîk li holê hebûye."

Rexneyên Demokratan ên li îdareya Trump

Endamên Demokrat ên di Komîteya Kar û Barên Derve ya Kongreyê de 16ê Adara 2026an daxuyaniyek belav kir.

Wan diyar kir ku biryara îdareya Trump a sipartina dosyeya dan û standinên bi Îranê re ji Steve Witkoff û Jared Kushner re ku paşxaneyeke wan a "xaniyan" heye ne ya dîplomasiyê, bûye sedema derketina vî şerê heyî.

Wan amaje pê kir ku îdareya Trump red kiriye ku rê bide wan her du kesayetiyan da ku agahiyan bidin Kongreyê.

Di nameyê de tê gotin ku ji bilî Witkoff û Kushner, divê Wezîrê Karên Derve Marco Rubio û Wezîrê Parastinê Pete Hegseth li pêşiya Kongreyê amade bin da ku xelkê Amerîkayê ji stratejiya îdareyê ya li hemberî Îranê fêm bike.

Demokrat bi tundî rexne li wê yekê digirin ku "biryarên nediyar" û "nebûna şefafiyetê" ya di pêvajoya dîplomasiyê de, Amerîka xistiye nav vî şerî.

Serokê Komîteya Kar û Barên Derve red kiriye ku rûniştineke taybet ji bo lêpirsîna berpirsên îdareyê li dar bixe.

Demokrat tekez dikin ku Kongre berpirsyariyeke destûrî heye ji bo çavdêrîkirina biryarên leşkerî.

Bi taybetî di vê dema ku canê leşkerên Amerîkayî di metirsiyê de ye û bazarên enerjiyê yên li cîhanê aloz bûne, ev yek pêwîst e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst