Balyozê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî: Li Şamê firotina alkolê tê birêkûpêkkirin

1 demjimêr berê
Namo Ebdullah
Namo Ebdullah
Nîşan Îbrahîm Olabî Sûriye Alkol
A+ A-

New York (Rûdaw) – Balyozê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Olabî ragihand ku li paytexta welatî wî Şamê firotina alkolê tê birêkûpêkkirin.

Balyozê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Olabî li ser nûçeyên qedexekirina firotina alkolê yên li Şama paytext ji Rûdawê re axivî.

Rûdawê pirsa, "Hinek nûçe ji Şamê belav bûne ku desthilatdariya Şamê li piraniya taxan firotina alkolê qedexe kiriye, ji bilî taxên Xirîstiyanan. Sedema vê yekê çi ye? Tu dikarî zelal bikî?" ji Îbrahîm Olabî kir.

Wî diyar kir ku firotina alkolê qedexe nebûye û wan tenê hinek tedbîr girtine ber xwe.

Îbrahîm Olabî pirsa Rûdawê wiha bersivand:

"Metod nû hebû, bi berçavgirtina wan pirsên civakî yên heyî, me xwest ku em cihên firotina vexwarinên bi alkol birêkûpêk bikin.

Wekî mînak, nabe ku ev cih li kêleka dibistanê yan jî li kêleka dêrê bin. Ev bi tenê mijareke birêkûpêkkirinê ye."

"Mijarên me yên gelekî mezintir hene"

Îbrahîm Olabî destnîşan kir ku rojeva wan a niha ji vê mijarê girîngtir e û pê de çû:

"Lê îro mijarên me yên gelekî mezintir hene ku em pê serbilind in, ew jî mijara çekên kîmyayî ye.

Te bihîst ku civîna bi Balyoz Barrack re civîneke awarte bû. Hemû welatan got ku ew ji rûdanan kêfxweş in û hemûyan piştgiriya xwe nîşan da.

Ev ji bo Sûriyeyê kêlîkeke mezin e, her wiha di şeva cejnê de salvegera serhildanê ye.

Loma ez hêvîdar im ku hûn hemû karibin demeke xweş derbas bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst