Brîtanya - Tawanbarekî Kurd piştî reva 15 salan hat girtin

2 demjimêr berê
Hêmin Ebdullah
Tawanbarê Kurd
Tawanbarê Kurd
Nîşan Brîtanya Leeds
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Zilamekî Kurd ê 48 salî, piştî 15 salan ji reva bo Herêma Kurdistanê ya ji ber encamdana tawaneke seksî li hemberî nûciwanekî, di dema vegera bo Brîtanyayê de hat girtin û zêdetirî pênc salan cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Li gorî daxuyaniyeke polîsê Brîtanyayê, navê zilamî (Z. E.) ye û sala 2011an li bajarê Leedsê tawana destdirêjiya seksî li hemberî kurekî di bin 18 saliyê de encam daye.

Gumanbar piştî encamdana tawanê, ji Brîtanyayê derketiye û reviyaye Başûrê Kurdistanê.

Dezgehên ewlehiyê yên Brîtanyayê amaje bi wê yekê kiriye ku piştî şopandineke hûr, Çiriya Pêşîna 2023yan dema ku gumanbar xwestiye bi rêya Balafirgeha Birminghamê vegere nav axa Brîtanyayê, hatiye girtin.

Di dema dadgehkirina wî ya li Dadgeha Leedsê de, (Z. E.) li tawanên xwe mikur hatiye.

Dadgehê ji xeynî tawana destdirêjiya seksî, tawana girtina wêneyên nexweş ên zarokan jî li ser wî piştrast kir û 62 meh (5 sal û du meh) cezayê girtîgehê lê birî.

Polîsê West Yorkshireyê di vê derbarê de got, "Ev zilam ji bo civakê metirsiyeke cidî bû."

Her wiha polîs pesnê qurbaniyê da ku piştî 14 salan bêdengiya xwe şikandiye û bûye sedem ku tawanbar cezayê xwe yê yasayî wergire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst