Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump, berbanga şemiyê li "Odeya Rewşên Awarte" ya li Koşka Spî civîneke bilez û awarte kir.
Di civînê de krîza nû ya Tengava Hurmizê û paşeroja dan û standinên bi Îranê re hatin gotûbêjkirin.
Ev yek di demekê de ye ku tenê çar roj ji bo bidawîbûna agirbestê mane.
Du berpirsên payebilind ên Amerîkayê ji Ajansa "Axios"ê re ragihand, civîn bi beşdariya Alîkarê Serok J.D. Vance, Wezîrê Karên Derve Marco Rubio, Wezîrê Şer Pete Hegseth û Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent hat lidarxistin.
Her wiha Seroka Dîwana Koşka Spî Susie Wiles, Birêveberê CIAyê John Ratcliffe û Sererkanê Artêşa Amerîkayê General Dan Caine jî beşdarî civînê bûn.
"Şer dê ducare dest pê bike"
Berpirsekî payebilind ê Amerîkayê derbarê civînê de ji ajansê re axivî û hişyarî da:
"Eger di demek nêzîk de bipêşketineke dîplomatîk çênebe, şer dê di rojên bê de ducare dest pê bike."
Ev civîn piştî wê yekê hat ku Tehranê, kêmî 24 saetan piştî geşbîniya Trump a ji bo gihiştina peymanê, careke din girtina Tengava Hurmizê ragihand û êrişî çend keştiyên bazirganiyê kir.
"Îranî bi fêlbazî tevdigerin"
Donald Trump îro li Ofîsa Oval ji rojnamegeran re got:
"Îranî hinekî bi fêlbazî tevdigerin, wan dixwest careke din tengavê bigirin lê ew nikarin me li me şantajê bikin."
Serokê Amerîkayê ragihand ku Washington niha bi Tehranê re di gotûbêjan de ye û got:
"Heta dawiya îro ez dê bizanibim ka em ber bi peymanekê ve diçin yan na."
Pêşniyara nû ya bi rêya Pakistanê
Li gorî agahiyên çavkaniyeke agahdar, krîza nû ya Hurmizê tam di demekê de derket ku aliyan di nêzîkkirina nêrînên xwe yên derbarê meyandina uranyumê û yedega atomî ya Îranê de bipêşketin bi dest xistibû.
Îdareya Trump bi rêya Sererkanê Artêşa Pakistanê Asim Munîr pêşniyareke nû şandiye Tehranê.
Lê Encûmena Bilind a Asayişa Niştimanî ya Îranê dibêje ku ew niha li ser pêşniyarê dixebitin û wan hîn jî bersiv nedaye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse