Dusseldorf (Rûdaw) - Hikûmeta Almanyayê di pergala alîkariya darayî ya ku wekî "pereyê sosyal" tê naskirin de guherînên nû radigihîne.
Li gorî biryara nû, ew kesên ku li malê li xizmên xwe yên nexweş xwedî derdikevin, bêyî mercê lêgerîna li kar, dê alîkariyê wergirin.
Li gorî rênimayiyên nû yên hikûmeta Almanyayê, ew welatiyên ku li endamekî nexweş ê malbata xwe xwedî derdikevin, êdî ji aliyê Daîreya Kar ve nayên neçarkirin ku li kar bigerin, dikarin wekî xwedîderketî li malê bimînin û mehane "pereyê sosyal" wergirin.
Ji bo sûdwergirtina ji vê biryarê, mercekî sereke hatiye diyarkirin; ew jî ev e ku divê asta pêdiviya nexweş a bi xwedîderketinê di pileya sêyem an jî bilindtir de be.
Di vê rewşê de, "Daîreya Kar" erkê xwedîderketina li nexweş wekî karekî tam dihesibîne û ji bo dîtina derfeta kar a li derveyî malê ti fişarê li wî kesî nake.
Ev guherîn ji bo diyasporaya Kurd û biyaniyan a li Almanyayê gelek hêsankariyan çêdike, bi taybetî ji bo wan malbatên ku wextê xwe ji bo xizmeta dê û bav an jî xizmên xwe yên pîr û nexweş veqetandine û ji ber vê yekê nedikarin li derve bixebitin.
Berê, gelek caran ew kesên ku alîkariya sosyal werdigirtin, di bin fişara Daîreya Kar de bûn da ku xula fêrbûna ziman biqedînin an jî karekî peyda bikin lê bi vê biryarê erkê xwedîderketina li nexweş wekî "pîşe" hatiye naskirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse