Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da Tehranê.
Trump ragihand ku Îran nikare bi guhertina berdewam a biryarên xwe yên li ser Tengava Hurmizê "şantaj" li Washingtonê bike.
Ev hişyarî piştî wê yekê hat ku Îranê careke din Tengava Hurmizê li ber çûn û hatina keştiyan girtibû.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî daxuyanî da.
Trump ragihand, Washington û Tehran di nav dan û standinan de ne lê belê Amerîka rê nade ku bi wî awayî miamele bi wan re were kirin.
Trump got, "Îranê biryar daye ku Tengavê bigire. Wekî ku çendîn sal in dikin ew nikarin bi vî awayî zextê li me bikin û şantajê li me bikin lê em bi wan re di nav dan û standinan de ne û em dê vê yekê çareser bikin."
Helwesteke tund
Serokê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku dê îdareya wî li hemberî Îranê helwesteke "tund" nîşan bide.
Trump her wiha ragihand ku dê dawiya rojê zanyariyên nû yên li ser vê mijarê belav bikin.
Ev daxuyaniyên Trump piştî wê yekê tên ku Artêşa Îranê careke din girtina Tengava Hurmizê ragihand.
Ev girtin tenê rojekê piştî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî pêk hat.
Eraqçî gotibû ku "Tengav bi temamî vekirî ye".
Tengava Hurmizê, rêya derbasbûna nêzîkî ji sedî 20ê petrol û gaza cîhanê ye.
Ji destpêka şerê ku 28ê Sibata 2026an dest pê kiribû ve, ev tengav bûye navenda nakokiyan.
Pêvajoya Îslamabadê
Ev aloziya nû ya Tehranê di demekê de ye ku "Pêvajoya Îslamabadê" ya ji bo aştiyê gihiştiye xitimînê.
Sedema vê xitimînê jî şertê rawestandina 20 salan a meyandina uranyumê ye.
Di çend rojên borî de, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) dorpêçiyeke deryayî ya tund danî ser benderên Îranê.
CENTCOMê ragihand ku wan 23 keştî vegerandin.
Ev dorpêç û berdewamiya girtina Hurmizê, bihayê petrola Brentê derxistiye ser 126 dolarî.
Ev yek jî beriya hilbijartinên meha Çiriya Paşîn, guvaşeke aborî ya mezin li ser îdareya Trump çêkiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse