Hewlêr (Rûdaw) - Keça Kurd a 22 salî Zeyneb Eliya ku li Viyenayê dijî, bi pisporî û mamostetiya xwe ya alîkariya bilez li Awisturyayê balê dikişîne ser xwe.
Mamosteya ciwan herî dawî li avahiya Parlamentoya Awisturyayê dersên midaxeleya bilez dan parlamenteran.
Ew her wiha dersên xweparastinê jî dide.
Zeyneb Elî ya ku bi eslê xwe ji bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ye û 12 sal in li Viyenaya paytexta Awisturyayê dijî, bi serkeftina kariyera xwe ya pîşeyî bû cihê serbilindiya civaka Kurd a li diyasporayê.
Zeyneb hîn 22 salî ye jî lê di warê alîkariya bilez û destpêkê de bûye pispor.
Ew hem jiyana mirovan rizgar dike hem jî rêyên rizgarkirina jiyanê fêr dike.
Zeyneb Elî derbarê armancên xwe ji Rûdawê re got, "Ez dixwazim di paşerojê de ji bo Rojavayê Kurdistanê bixebitim."
Zaroka ku wê rizgar kiriye navê wê hildigire
Zeyneb Elî bû mêhvana bernameya "Diyaspora"yê ya Rûdawê û bîranîna xwe ya herî jibîrnekirî ya di jiyana xwe ya pîşeyî de parve kir.
Wê di dema midaxeleyekê de zarokeke nû çêbûye vegerandibû jiyanê.
Malbata zarokê ji bo ku minetdariya xwe ya li hemberî lez û jêhatiya Zeynebê nîşan bide, navê "Zeyneb"ê li zaroka xwe kir.
Pispora ciwan diyar kir ku bûyerên bi vî rengî wê ji bo belavkirina hişmendiya alîkariya destpêkê ya di nav civakê de zêdetir teşwîq dikin.
Li Parlamentoya Awisturyayê dersa alîkariya destpêkê
Jêhatiya Zeyneb Eliyê ew gihand Parlamentoya Awisturyayê ku mekanîzmaya herî bilind a biryardayînê ya wî welatî ye.
Zeynebê di nav avahiya parlamentoyê de li ser "Rewşa Bilez û Protokolên Alîkariya Destpêkê" perwerde da parlamenterên Awisturyayî.
Ew wekî mamosteyekê bi şarezayiya xwe rastî teqdîreke mezin hat.
"Heyranê hêza jinên Kurd man"
Zeyneb Elî li ser pêvajoya perwerdeyê axivî û diyar kir ku parlamenterên Awisturyayî bi dîtina wê û nasnameya ku ew temsîl dike gelekî ketine bin bandorê.
Zeynebê got, “Parlamenterên ku beşdarî perwerdeyê bûn, heyraniya xwe ya ji bo wêrekî, jêhatîbûn û vîna karkirinê ya jinên Kurd anî zimên.
Wan ev heyranî hem ji bo xebata jinên Kurd ên li Kurdistanê hem jî ji bo yên li Ewropayê anî zimên.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse