Keştiya alîkariyê ya ku diçû Xezeyê bi skandala destdirêjiyê hejiya

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Xeze Alîkarî Destdirêjî Greta Thunberg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keştiya "Flotîlaya Azadiyê" ku ji bo alîkariyê ber bi Xezeyê ve bi rê ketibû bi îdiayên skandaleke destdirêjiya zayendî hejiya.

Yek ji birêvebirên keştiyê bi reftarên zayendî yên neexlaqî yên li gel herî kêm sê xwebexşan tê tawanbarkirin.

Keştiya ku yekşemê ji bajarê Barcelonayê yê Spanyayê ber bi Xezeyê ve bi rê ketibû bû rojeva medyaya cîhanê.

Rapora New York Postê skandaleke nû derxist holê.

Îdiayên reftarên zayendî yên neexlaqî

Koma Filistînî ya bi navê "Heart of Falastin" (Dilê Filistînê) destpêka vê hefteyê li ser medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

Komê îdia kir ku "endamekî komîteya birêvebir a keştiyê li gel sê çalakvanên cuda ketiye nava têkiliyên zayendî."

Di daxuyaniya komê de ev yek wekî "binpêkirineke eşkere ya exlaq û desthilatê" hat binavkirin û hat gotin:

"Dema ku hûn diçin welatekî ku rastî komkujiyê tê, kirina vê yekê bi xwebexşên di bin desthilata we de ne nayê qebûlkirin."

Navê çalakvanê Brezîlyayî derket pêş

Koma Brezîlyayî ya bi navê "Anti Esquerda Club" navê wî kesî eşkere kir.

Li gorî komê ev kes çalakvanê Brezîlyayî Thiago Avila ye.

Thiago Avilayê 39 salî hezîrana par jî di heman keştiyê de bû û wê demê bi çalakvana navdar a Swêdî Greta Thunbergê re wêne girtibûn.

Avilayê ku hevjîn û keça xwe ya 2 salî li Brezîlyayê hiştine û beşdarî geştê bûye ev îdia red kirin.

Wî ji New York Postê re diyar kir ku ev hemû kampanyayeke reşkirinê ne û got:

"Komîteya exlaqê bi her sê kesan re axivî û wan jî piştrast kir ku tiştekî wiha nebûye."

Lê belê, Avilayê ku îdia red kirin, li ser hesabê xwe yê Îstagramê vîdeoyên kêfxweşiyê û temaşekirina balînayan belav kirin ku ev yek jî bû sedema rexneyan.

Sedema veqetîna Greta Thunbergê çi bû?

Çalakvana navdar a cîhanê Greta Thunberg jî meha îlonê di heman keştiyê de bû.

Tê zanîn ku Thunberg wê demê ji komîteya birêvebir îstifa kiribû û derbasî keştiyeke din bûbû.

Rojnameya Il Manifestoyê ya Îtalyayê wê demê ragihandibû ku Thunberg ji ber "pirsgirêkên navxweyî" û nîqaşên komîteyê aciz bûye û ji ber ku ew zêde bala xwe nadin Xezeyê dev ji kar berdaye.

Thunbergê heta niha li ser van îdiayên destdirêjiya zayendî û egera têkiliya îstifaya wê bi vê mijarê re ti daxuyanî nedaye.

"Li şûna alîkariyê aheng û şahî"

Ev skandal bû sedem ku rexneyên li ser keştiyê zêdetir bibin.

Koma "Palestinian Reveals" helwesta çalakvanan rexne kir û got:

"Dema ku Filistîniyên li Xezeyê ji birçîna dimirin, em li bendê bûn ku seferberiyeke cidî hebe lê em dibînin ku li keştiyê aheng û şahî hene."

Armanca keştiyê komkirina 3,5 milyon dolarî ye lê rexnegir dibêjin ku ev pere nagihîjin Xezeyê.

Rojnamegerê Filistînî Mihemed Ebûselame got, "Li şûna ku ev pere bê feyde bavêjin deryayê, baştir bû rasterast bidana xelkê Xezeyê."

Berdevkê Tîma Çapemeniyê ya Flotîlaya Sumud a Cîhanî (Global Sumud Flotilla) li ser mijarê daxuyaniyek da.

Berdevk diyar kir ku wan lêkolîn kiriye lê ti delîl an şahid peyda nekirine.

Her wiha hat ragihandin ku ji bo bûyerên wiha wan "komîteyeke exlaqê" ava kiriye û eger delîl hebin ew dê ceza bidin tawanbaran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst