New York (Rûdaw) – Serokê Encumena Asayişa Navdewletî ya ser bi Netewên Yekbûyî ve ji Rûdawê re ragihand: “Em di gotûbêjê de ne ji bo derxistina beyannameyekê li ser Kerkûkê.”
Serokê Encumena Asayişa Navdewletî herwiha da xuyakirin: “Divê derbarê Kerkûkê de helwesta me hebe.”
Çekdarên Heşda Şeibî tevî hêzên artêşa Iraqê16ê Cotmehê dest bi êrişa ser Kerkûkê kirin û pitî çend demjimêrên destpêkê ku pêşmerge bi tundî rûbirûyê hêzên iraqî rawestiya û rê li pêşveçûna wan girt, lê belê ji ber rêkevtina nepenî yah in serkird eû berpirsên YNKê, beşek ji hêzên pêşmerge ku çekên giran bi wan re bû, li çend cebheyan vekişiyan û bi vî awayî piştî cebheya hêzên pêşmerge vala ma û hêzên iraqî derbasî nava bajarê Kerkûkê bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse