Wezîra Derve ya Almanyayê bo Rûdawê: Naskirina jenosîda Êzidiyan ne tiştekî sembolîk e

19-01-2023
Ala Şalî
Ala Şalî
Parlamentoya Almanyayê komkujiya Kurdên Êzidî wek jenosîd nas kir
Parlamentoya Almanyayê komkujiya Kurdên Êzidî wek jenosîd nas kir
Nîşan Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock Kurdên Êzidî Jenosîda Êzdiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock têkildarî biryara parlamentoya Almanyayê ya nasandina komkujiya li dijî Kurdên Êzidî weke jenosîd got: “Îro ev biryara ku ji aliyê parlamentoya hikûmeta federal a Almanya ve hate wergirtin û ew komkujî weke jenosîd hate pesendkirin, ne tiştekî sembolîk e.”

Parlamentoya Almanyayê Îro Pêncşemê 19ê Çileya 2023yan di civîneke taybet de deng li ser komkujiya li dijî Kurdên Êzidî da ku weke jenosîd bê naskirin da û bi piraniyan dengan parlamentoya komkujiya Kurdên Êzidî wek jenosîd nas kir.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock piştî biryarê ji Peyamnêra Rûdawê Alî Şalî re axivî û got: “Em nikarin wê komkujiyê paş de vegerînin, lê em dikarin bihêlin ku edalet pêk were. Îro ev biryara ku ji aliyê parlamentoya hikûmeta federal a Almanya ve hate wergirtin û ew komkujî weke jenosîd hate pesendkirin, ne tiştekî sembolîk e.”

“Divê em karibin cihên wan ava bikin ku vegerin cihê xwe”

Annalena Baerbock diyar kir ku ji bo ew edalet were cîbicîkirin divê ew kujeran bi nav bikin û wiha pê de çû: “Divê em ne tenê bibîr bînin û şermezar bikin, ji ber ku hîna zêdetirî 3 hezar jin wenda ne û divê em ji bo her yekê ji wan têbikoşin û bihêlin ku vegerin nava komelgeha Êzidî. Bi hezaran Êzidî jî hêj li kampan dijîn, divê em karibin cihên wan ava bikin ku vegerin cihê xwe. Em zanin gelekî zehmet e. Ji ber rewşa ewlekariyê li wir roleke girîng dibîne.

“Divê em kar li ser wan jin û zarokan bikin”

Baerbock eşkere kir ku ew li gel hikûmeta Iraqê jî kar dikin û got: “Ji bo min xaleke din a girîng ew e ku ez bixwe çûme wir û min gelek jin dîtine, min zarokên ku destdirêjî li wan bûye dîtine. Divê em kar li ser wan jin û zarokan bikin. Hinek ji wan bê nasname ne, naxwazin vegerin, divê em wan bînin Almanya û deynin cem zarok û malbatên ku wan dixwazin û ewê ku hez dikin li Bakurê Iraqê jî bimînin divê em li wir piştgiriya wan bikin. Dîsa karekî pir girîng di warê alîkariya derûnî de tê kirin, karê Jan Kizilhan û kesên din di warê çareserkirina tramvayê de pir girîng e.”

“Weke Almanya tiştê ji me bê xwestin em ê bikin”

Annalena Baerbock herwiha got: “Em weke Almanya dikarin tenê piştgiriyê bikin. Berpirsyarî li ser milê hikûmeta Iraqê û bakurê Iraqê Kurdistanê ye. Em dikarin piştgiriya jinûve avakirinê bikin, ji ber ku Şingal ji bo wan girîng e û dixwazin vegerin cihûwarê xwe. Em ji bo vê yekê li gelek aliyan kar dikin û weke Almanya tiştê ji me bê xwestin emê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst