Yekîtiya Ewropayê: Ji bo Şerê Îranê ti bingeha hiqûqî nîne

1 demjimêr berê
Ala Şalî
Ala Şalî
Dîmenê civîna serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dîmenê civîna serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Yekîtiya Ewropayê Emmanuel Macron Şerê Îranê Rojhilata Navîn
A+ A-

Bruksel (Rûdaw) - Yekemîn civîna lûtkeyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya îsal, di demekê de hat lidarxistin ku Rojhilata Navîn di nav agirekî mezin de ye.

Serkirdeyên Ewropayê bi eşkereyî dibêjin ku ew naxwazin rasterast tevlî vî şerî bibin.

Encamên şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ziyaneke mezin gihandiye berjewendiyên Yekîtiya Ewropayê û bilindbûna bihayê sotemeniyê bûye gefa herî mezin a li ser aboriya wan.

Nûnera Bilind a Siyaseta Derve ya Ewropayê Kaja Kallasê got:

"Wezîrên karên derve di wê baweriyê de ne hatine piştguhkirin. Wan hewl dabû aliyan qanih bikin ku şer dest pê nekin çimkî armancên vî şerî nezelal in.

Ti bingeha hiqûqa navneteweyî ya vî şerî nîne.

Bikaranîna hêzê tenê di 2 rewşan de mimkin e, yan ji bo parastina xwe be yan jî bi biryara Encumena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî be.

Di vir de yek ji wan jî nîne lewma welatên endam naxwazin tevlî vî şerî bibin."

Yekîtiya Ewropayê ji bo kargeh û pîşesaziya xwe, bi piranî pişta xwe bi enerjiya welatên Kendavê, bi taybetî bi petrol û gaza wan girê dide.

Rewş tenê bi girtina Tengava Hurmizê sînordar nemaye, êriş gihîştin parzûngehên gaza herî mezin ên Îran û Qeterê jî. Vê yekê şokeke mezin li bazarên cîhanê çêkir.

"Enerjî bûye pirsgirêkeke cîhanî"

Serokwezîrê Çekyayê Andrej Babiş bal kişand ser bihayê enerjiyê û got:

"Hûn dikarin bibînin ku vê sibehê bihayê gaz û petrola xav çi qasî bilind bûye.

Piştî êrişên li ser parzûngehên gazê yên Îran û Qeterê, ev yek ji bo Ewropayê careke din bû pirsgirêk.

Niha ev pirsgirêkeke cîhanê ye û bandora wê li ser hemû welatan heye çimkî dabînkirina gubre û amonyakê jî sekiniye."

Di demekê de ku Yekîtiya Ewropayê plan dikir ku wekî sizayekî li dijî êrişên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê dev ji enerjiya Moskowê berde, niha rewşa Kendavê Ewropa neçar kiriye.

Di lûtkeyê de Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron behsa peywendiyên xwe yên bi serkirdeyên Îraq û Herêma Kurdistanê re kir.

"Ez bi Serok Nêçîrvan Barzanî re axivîm"

Emmanuel Macron got, "Derfet ji bo min çêbû ku ez bi Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Sûdanî re biaxivim.

Em li gel Îraqê ne û piştgiriya serwerî û yekparçeyiya axa wê dikin.

Daxwaza me ew e ku li dijî her milîsê ku xelk û leşkerên Fransayê dike armanc bi awayekî zelal şer were kirin.

Çimkî ev kes li dijî berjewendiyên Îraqê ne. Divê Îraq ji vî şerî dûr be û serweriya xwe biparêze."

Nêzîkî ji sedî 65ê enerjiya cîhanê li welatên Kendavê ye. Berî şer, bermîleke petrol bi kêmtirî 80 dolarî digihîşt bazarên Ewropayê lê niha welatên parzemînê neçar in petrolê bi zêdetirî 110 dolaran bikirin.

Tenê welatekî wekî Qeterê ji sedî 10ê gaza siruştî ya Yekîtiya Ewropayê dabîn dike.

Dilgiraniya mezin a Ewropayê ev e; eger şer raneweste û li nav welatên Kendavê belav bibe, dê barê gel û pîşesaziya Ewropayê salên dirêj girantir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst