Reuters: Trump xwe ji bo operasyoneke bejahî amade dike

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Amerîka Îran Opersyona Bejahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî nûçeyeke taybet a Ajansa Reutersê ya ku xwe dispêre berpirsên payebilind ên Amerîkayê, birêvebiriya Donald Trump xwe amade dike ku di şerê li dijî Îranê de derbasî qonaxeke nû bibe.

Hat îdiakirin ku şandina bi hezaran leşkerên Amerîkayê ji bo Rojhilata Navîn û operasyonên bejahî yên sînordar an berfireh ên li ser axa Îranê li ser maseyê ne.

Di roja 20î ya şerê li gel Îranê d, Washington li ser wê yekê gotûbêjan dike ku stratejiya xwe ya leşkerî ji êrişên asmanî berfirehtir bike û operasyonên bejahî jî lê zêde bike.

Berpirsên ku ji Reutersê re axivîne, diyar kiriye ku dibe ku Amerîka ji bo kontrolkirina herêmên stratejîk hêza bejayî bi kar bîne.

Sê armancên krîtîk

Li gorî rapora Reutersê, di operasyoneke bejayî ya muhtemel de dê bi taybetî li ser sê herêman rawestin:

Beravên Tengava Hurmizê: Ji bo misogerkirina derbasbûna ewle ya keştiyên petrolê, avakirina herêmên tampon li ser beravên Îranê û jiholêrakirina bataryayên mûşekan.

Girava Xarkê: Bi temamî kontrolkirina vê girava stratejîk ku ji sedî 90ê hinardekirina petrola Îranê lê tê kirin.

Pispor diyar dikin ku bi temamî jiholêrakirina binesaziya giravê dê biha be, ji ber vê yekê "desteserkirin û birêvebirin" wekî vebijêrkeke biaqiltir tê dîtin.

Depoyên Uranyumê: Ewlekirina stokên uranyuma dewlemendkirî ya Îranê an jî veguhestina wan ji bo Amerîkayê.

Hat diyarkirin ku ev operasyon dê ji bo Hêzên Taybet ên Amerîkayê bibe erkê herî birîsk û aloz.

"Hemû vebijêrk li ser maseyê ne"

Berpirsekî Koşka Spî got ku derbarê operasyona bejahî de hin jî biryareke dawî nehatiye dayîn lê Serok Trump vê vebijêrkê di nav vêbijêrkan de dihêle.

Hat tekezkirin ku armancên sereke yên Amerîkayê; jiholêrakirina kapasîteya mûşekên balîstîk ên Îranê, bi temamî tunekirina hêzên wê yên deryayî, qutkirina pêwendiya wê bi komên wekîl ên herêmî re û bi awayekî mayînde rêgirtina li ber bidestxistina çekên nukleerî ne.

"Tesîsên nukleer bi betonê hatin girtin"

Birêvebira Îstixbarata Niştimanî ya Amerîkayê Tulsi Gabbard, derbarê operasyonên asmanî yên tên kirin de hûrgiliyeke girîng parve kir.

Gabbardê eşkere kir ku bernameya dewlemendkirina uranyumê ya Îranê bi bombebaranên giran hatiye felckirin û deriyên tesîsên binerd "bi cebilxaneyên taybet bi betonê hatine girtin".

Rapora 20 rojî ya şer a CENTCOMê

Li gorî bîlançoya dawî ya ku ji aliyê Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) ve hatiye weşandin, ji 28ê Sibatê ve 7 hezar û 800 êrişên asmanî li dijî Îranê hatine kirin.

Zêdetirî 120 keştiyên şer û botên Îranê ji holê hatinê rizgarkirin.

Ji aliyê Amerîkayê ve heta niha 13 leşkeran canê xwe ji dest da û nêzîkî 200 leşker jî birîndar bûn.

Rîskên siyasî û zehmetiyên lojîstîk

Îhtimala operasyona bejahî ji bo Donald Trump rîskeke siyasî ya mezin e.

Trump di dema kampanyaya xwe ya hilbijartinê de soza "dûrketina ji şerên bêdawî yên li Rojhilata Navîn" dabû û şandina bi hezaran leşkeran a nav axa Îranê dibe ku di nav alîgirên wî de bibe sedema nîqaşan.

Her wiha hêza deryayî ya Amerîkayê ya li herêmê jî bi pirsgirêkên lojîstîk re rû bi rû ye.

Keştiya mezin a balafiran USS Gerald Fordê ji ber şewatê ji bo temîrkirinê şandine Yunanistanê û ev yek wekî faktorekê tê dîtin ku kapasîteya operasyonel a Amerîkayê ya li Kendavê bi awayekî demkî sînordar dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst