Macron: Divê Îraq ji şer were dûrxistin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Emmanuel Macron Îraq Îran Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron tekezî li ser parastina serweriya axa Îraqê kir û ragihand ku divê Îraq ji alozî û şer were dûrxistin.

Li Bruksela paytexta Belçîkayê Lûtkeya Serkirdeyên Ewropayê tê lidarxistin.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron beriya lûtkeyê ji rojnamegeran re axivî.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron pirsa Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivand.

Macron di destpêka axaftina xwe de behsa kuştina leşkerekî welatê welatê xwe kir û got:

"Ez dixwazim rêz û pêzanîna xwe ji bo serbazê me, Major Frion diyar bikim, ku ji aliyê milîsên nêzîkî Îranê ve li Îraqê hat kuştin."

"Em şanaziyê bi vê pêbendiyê dikin"

Serokkomarê Fransayê li ser hebûna hêzên welatê xwe yên li herêmê, amaje bi wê yekê kir ku Fransa ji 2015an ve ji bo şerê li dijî komên terorîst û DAIŞê û her wiha ji bo piştgiriya serweriya Îraqê li wî welatî ye.

Macron got, "Em gelekî şanaziyê bi vê pêbendiya xwe dikin, çi li Bexdayê be, çi li Hewlêrê be."

Macron di bersiva pirsa Rûdawê ya li ser pêwendiyên wî yên bi serkirdeyên Îraq û Herêma Kurdistanê re, got:

"Gelek caran derfet ji bo min çêbûye ku ez bi Serok Nêçîrvan Barzanî û her wiha Serokwezîr Sûdanî re biaxivim.

Em li gel Îraqê, serwerî û yekparçeyiya axa wê ne."

"Êrişa li dijî me, êrişa li dijî berjewendiyên Îraqê ye"

Macron hişyariyeke tund da wan kom û milîsên ku hêzên Fransayê dikin armanc û got:

"Tiştê ku em dixwazin, zelaliyeke tam e di şerê li dijî her milîsê ku Fransiyan û leşkerên Fransayî bike armanc; ji ber ku ew kes di rastiyê de (de facto) berjewendiyên Îraqê dikin armanc û zererê didin berjewendiyên gelê Îraqê."

Di dawiya daxuyaniya xwe de ji Rûdawê re, Emmanuel Macron tekez kir ku divê Îraq serweriya xwe biparêze û ji vî şerî dûr be.

Macron amaje bi wê yekê jî kir ku "hemû ew komên ku destwerdanê di vî şerî de dikin, berpirsyariyeke mezin hildigirin."

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron pirsa nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivand.

Rûdawê: Birêz Serok, hûn dê çawa piştgiriyê bidin Herêma Kurdistanê û hewl bidin wê ji vî şerî dûr bixin? Hûn bi rêya telefonê bi Serok Nêçîrvan Barzanî re axivîn. Gelo bi nêrîna we niha li Ewropayê krîzeke rastîn a enerjiyê heye?

Emmanuel Macron: "Binêre, beriya her tiştî, dema em di vê rewşê de qala Îraqê dikin, ez dixwazim rêzê li efserê payebilind Arnaud Fréon bigirim ku li Îraqê ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve hat kuştin.

Fransa li Îraqê amade ye û ji 2015an ve ji bo şerê li dijî komên terorîst û DAIŞê û ji bo piştgiriya serweriya Îraqê li wir e. Em bi vê pêbendiya xwe ya li Bexda û Hewlêrê gelekî serbilind in.

Derfeta min çêbû ku ez bi Serok Nêçîrvan Barzanî û herwiha bi Serokwezîr Sûdanî re biaxivim. Em li gel Îraqê ne, em piştgiriyê didin serwerî û yekparçeyiya axa wê.

Tişta ku em daxwaz dikin, şefafiyeke temam e di şerê li dijî her milîseke ku welatiyên Fransayê û leşkerên Fransayê dike hedef. Ji ber ku ev kes di rastiyê de berjewendiyên Îraqê dikin hedef û zirarê didin berjewendiyên gelê Îraqê.

Niha, ez bi rastî di wê baweriyê de me ku divê Îraq ji vî şerî dûr be û serweriya xwe biparêze. Hemû ew komên ku beşdarî vî şerî dibin, berpirsyariya wê digirin ser milên xwe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst