Evika Silina: NATOyê daxwazeke fermî ji me nekiriye

2 demjimêr berê
Ala Şalî
Ala Şalî
Nîşan Evika Siliņa Letonya NATO Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîra Letonyayê Evika Silinayê ragihand ku ji bo beşdarbûna Şerê Îranê ti daxwazeke fermî negihîştiye destê wan.

Li Bruksela paytexta Belçîkayê Lûtkeya Serkirdeyên Ewropayê tê lidarxistin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû: "NATO bi beşdarnebûna di şerê Îranê de şaşiyeke mezin dike." Serokwezîra Letonyayê Evika Silinayê bersiva van gotinên Trump da.

Serokwezîra Fransayê li ser daxwaza Donald Trump ji Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re axivî.

Evika Silinayê diyar kir ku wê ti bersiveke fermî ji NATOyê û hevkarên wan ên derbarê hevkariya di nav NATOyê de nedîtiye.

Silinayê anî zimên, "Dema ku daxwazeke fermî hebe, li gorî min divê em her dem wan daxwazan binirxînin."

Serokwezîra Letonyayê destnîşan kir ku heta niha ti daxwazeke fermî negihîştiye destê wan çimkî NATOyê berê li ser vê rewşê ti dan û standin nekirine.

Silinayê li ser pêvajoyê wiha got, "Eger bibe pirsgirêka NATOyê, wê demê divê em bikin. Wekî ku NATOyê her dem li pişt deriyên girtî bi şêwirmendên serbazî re kiriye."

Rûdaw: Donald Trump got, NATO bi beşdarnebûna di şerê Îranê de şaşiyeke mezin dike’ bersiva we çi ye?

Evika Siliņa: Min ti bersiveke fermî ji NATOyê û hevkarên me derbarê hevkariyê de di nav NATOyê de nedîtiye.

Dema ku daxwazeke fermî hebe, li gorî min divê em her dem wan daxwazan binirxînin.

Heta niha wek Latonya, ti ji wan daxwazên fermî negihîştiye destê me, ji ber ku NATOyê berê derbarê vê rewşê de ti dan û standin nekirine.

Eger bibe pirsgirêka NATOyê, wê demê divê em bikin, wekî ku NATOyê her dem li pişt deriyên girtî bi şêwirmendên serbazî re kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst