Amerîka: Êrişên me yên li Îranê dê bidomin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Pete Hegseth Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku ji destpêka êrişên li Îranê ve, wan li zêdetirî 7 hezar armancan xistiye.

Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth û Sererkanê Artêşa Amerîkayê Dan Caine derbarê êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê civîneke rojnamegeriyê ya hevbeş li dar xist.

"Em dê nehêlin Îran bibe xwediyê çekên nukleer"

Pete Hegseth destnîşan kir ku armancên wan nehatine guhertin û got:

"Plana me ew e ku em jêrxana pîşesaziya parastinê û platformên mûşekan ên Îranê ji holê rakin û rê li ber avakirina wan a ji nû ve bigirin.

Em dê hêzên wan ên deryayî têk bibin û em dê nehêlin ku Îran ti caran bibe xwediyê çekên nukleer."

Wezîrê Şer ê Amerîkayê eşkere kir ku wan ji destpêka êrişan ve li Îranê li zêdetirî 7 hezar armancan xistiye.

Wî her wiha got, "Mîna doh, dê îro jî êrişa herî mezin û berfireh a heta niha bê encamdan."

"Mûşekên balîstîk ji sedî 90 kêm bûn"

Pete Hegseth diyar kir ku kargeh û xetên berhemanînê yên ku piştgiriyê didin bernameya dronan ên Îranê, bi asteke mezin hatine rûxandin.

Wî ragihand ku wan yekser li bi sedan navendên pîşesaziya parastinê xistiye.

Hegseth bal kişand ser wê yekê ku şiyana Îranê ya hilberîna mûşekên balîstîk derbeyeke mezin xwariye.

Li gorî gotina Hegseth, ji destpêka êrişan ve êrişên mûşekên balîstîk ji sedî 90 kêm bûne û ji sedî 90ê firokeyên bêfirokevan jî hatine xistin.

"Zerereke mezin gihîşt hêzên deryayî"

Hegseth eşkere kir ku zêdetirî 120 keştiyên Îranê zerer dîtine yan jî hatine binavkirin û got:

"Berê 11 keştiyên binav ên wan hebûn lê êdî ew nemane. Benderên wan ên leşkerî ji kar ketine."

Wî destnîşan kir ku dê qebareya rasteqîn a zererê di nav çend rojan de eşkere bibe.

Rexne li Joe Biden girtin

Pete Hegseth di axaftina xwe de rexne li Serokê berê yê Amerîkayê Joe Biden girtin û got:

"Em hîn jî bi wê rewşê re mijûl dibin ku Biden ava kiriye. Wê demê stokên cebilxaneyan diqediyan û ne ji bo artêşa me, lê ji Ukraynayê re dihatin şandin.

Wekî encam, nêrîna me ew e ku divê ev cebilxane niha ji bo berjewendiyên me werin bikaranîn."

Êrişên li ser binesaziya leşkerî didomin

General Dan Caine jî da zanîn ku navendên binerd ên Îranê bi mûşekên taybet ên qulker hatine armanckirin.

Bi vî awayî embarên stratejîk ji holê hatine rakirin.

Caine eşkere kir ku heta niha zêdetirî 120 keştî û 44 keştiyên mayînrêj ji kar ketine.

General Caine destnîşan kir ku li Girava Xarkê zêdetirî 90 armancên jêrxana leşkerî rastî êrişan hatine û got:

"Êrişên me yên li ser jêrxana pîşesaziya parastinê ya Îranê didomin û em dê van êrişan bidomînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst