Trump dê leşkeran bişîne nav axa Îranê?

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Amerîka Îran Japonya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Washingtonê di operasyonên xwe de serkirdayetî û hemû şiyana leşkerî ya Îranê tune kiriye.

Donald Trump diyar kir ku niha balafirên Amerîkayî bêyî ti metirsiyê li asmanê wî welatî difirin.

Serok Amerîkayê her wiha destnîşan kir ku ew leşkeran naşînin nav Îranê.

Rûxandina hêza leşkerî û serkirdayetiyê

Donald Trump di konferanseke rojnamegeriyê ya hevbeş a bi Serokwezîra Japonyayê Sanae Takaichiyê re li Koşka Spî axivî.

Trump got behsa şerê Îranê kir û got, "Me hêza wan a deryayî tune kir.

Me her tiştê wan, di nav de serkirdayetiya wan jî ji holê rakir. Niha ne hêza deryayî ne hêza asmanî û ne jî ti çekên wan ê li dijî balafiran mane."

Serokê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku hêzên asmanî yên welatê wî bi temamî serdest in got, "Em li her dera ku bixwazin difirin û heta ti kes guleyan li me nareşîne."

Trump li ser serkirdayetiya Îranê jî bi henekî wiha got, "Serkirdeyên wan ên nû jî nemane û niha careke din li dû serkirdeyekî din digerin."

Girava petrolê û parastina boriyan

Donald Trump behsa Girava Xarkê ya Îranê kir û wekî "giraveke piçûk a bêparastin" pênase kir.

Serokê Amerîkayê ragihand ku her gava ku ew bixwazin dikarin dîsa êrişî wê giravê bikin.

Trump bal kişand ser stratejiya xwe ya taybet û got, "Me her tiştê wî cihî tune kir lê me tenê li boriyan nexist.

Borî di ber dilê me de ne çimkî avakirina wan bi salan didome."

Neşandina hêza bejayî û daxistina bihayan

Donald Trump li ser îhtimala şandina hêza bejayî ya ji bo nav Îranê jî axivî û got, "Na, ez leşkerên me naşînim ti derê."

Trump tekez kir ku armanca wan a sereke aramiya bazarê ye û got, "Ji bo ku biha kêm bimînin em dê çi pêdivî be bikin."

Trump ragihand ku ew ji karnameya xwe gelekî li pêş in û di berdewamiyê jî de got,"Pêwîst bû ez karekî bikim ku ti serokekî din nedikarî ew bikira."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst