Balafireke Amerîkayê ji Îranê derb xwar

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka F-35 Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balafireke şer a Amerîkayê ya ji cureyê F-35ê piştî ku li asmanê Îranê ji aliyê hêzên parastinê yên wî welatî ve hat armanckirin, bi neçarî li baregeheke leşkerî ya Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn danî.

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Tim Hawkins îro ji medyaya welatê xwe re axivî.

Tim Hawkins ragihand ku ew balafira pêşketî ya nifşê pêncemîn dema ku "li asmanê Îranê erkeke şer bi cih dianî" rastî êrişê hatiye.

Hawkins diyar kir ku balafir piştî vê êrişê neçar maye ku li cihekî Rojhilata Navîn deyne.

Hawkins destnîşan kir ku balafir bi silametî daniye û rewşa tenduristiyê ya pîlot jî baş e.

Her wiha Berdevkê CENTCOMê da zanîn ku lêkolîna li ser hûrgiliyên rûdanê didome.

Ev cara yekemîn e ku Îran dikare derbekê li balafireke şer a Amerîkayê bide ku bihayê wê zêdetirî 100 milyon dolarî ye.

Ev daketina neasayî di demekê de ye ku berpirsên bilind ên Amerîkayê tekezî li ser serkeftinên xwe yên di şerê li dijî Tehranê de dikin.

"Pergalên parastina asmanî yên Îranê hatin rûxandin"

Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth îro ragihand ku artêşa welatê wî bi serkeftî operasyonên xwe bi cih tîne.

Hegseth îdia kir ku pergalên parastina asmanî yên Îranê hatine rûxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst