Starlinkê li nîvê deryayê Pentagon di nîvê rê de hîşt

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dron Starlink Amerîka Înternet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) ji ber qutbûna înterneta Starlinkê ya li nîvê okyanusê rastî pirsgirêkan hat.

Înterneta komek dronên deryayî (belemên bêmirov) li nîvê Okyanusa Pasîfîkê qut bû û ew dron bêkontrol man.

Sedema vê yekê ew e ku hêla înternetê ya Starlinkê ya şirketa SpaceXê ya Elon Musk li wî cihî qut bûye.

Li gorî nûçeya Reutersê, 24 dronên deryayî yên ku bi hişê çêkirî dixebitin, nêzîkî saetekê li beravên Californiayê pêwendiya wan bi Pentagonê re qut bû.

Ew dron li ser avê bi awayekî bêkontrol diçûn û dihatin.

Ev ne pirsgirêka ewil e ku Pentagon ji ber Starlinkê pê re rû bi rû dibe.

Tebaxa 2025an, dema înterneta Starlinkê li gelek deverên cîhanê qut bû, gelek ceribandinên girîng ên artêşa Amerîkayê jî rawestiyan.

Van bûyeran nav û dengê şirketa Elon Musk xera kiriye çimkî ew her tim dibêjin înterneta wan gelekî bilez û aram e.

Sedema pirsgirêkê çi ye?

Starlink dibêje înterneta wan ji sedî 99,9ê deman bê pirsgirêk dixebite.

Lê ji bo artêşa Amerîkayê ew ji sedî 0,1ê ku dimîne, pirsgirêkeke mezin e.

Berpirsên Pentagonê diyar dikin ku dema hejmareke zêde ya dronan bi hev re dixebitin û zextê li înternetê dikin, Starlink li ber xwe nade û hêl qut dibe.

Di raporeke artêşê de hat gotin, "Piştbestina bi Starlinkê ji bo me pirsgirêk çêkirine, bi taybetî dema gelek amûr bi hev re tên bikaranîn."

Planên Elon Musk di xeterê de ne

Elon Musk dixwaze havîna bê pişkên şirketa SpaceXê li bazarê bifiroşe ku tê texmînkirin bihayê wê bigihe 2 trilyon dolarî.

Beşeke zêde ya dahata şirketê (nêzîkî ji sedî 67) ji înterneta Starlinkê tê.

Eger Starlink nikaribe baweriya Pentagonê ducare bi dest bixe û pirsgirêkên xwe yên teknîkî çareser neke, dibe ku paşeroja şirketê bikeve xeterê.

Artêşa Amerîkayê dixwaze sûdê ji teknolojiya Elon Musk wergire lê niha diyar dibe ku mirov nikare ji sedî 100 pişta xwe bi wê înternetê germ bike.

Ev yek bi taybetî di dema şer û ceribandinên leşkerî yên hestyar de derdikeve pêş.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst