BRÎTANYA – Piştî nimêja terawîhê êrîşê mislimanan kirin: kuştî û birîndar hene

19-06-2017
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Terawîh Mizgeft Êrîş
A+ A-

 

London (Rûdaw) – Li herêma Finsbury Park a bakûrê Londona paytexta Brîtanyayê, piştî nimêja terawîhê 3 kesan bi otomobîlê êrîşê ser nimêjkeran kir û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.

 

Li gorî zanyariyan li Mizgefta Finsbury a Londonê, 3 kesên brîtanî bi otomobîlê ajotine ser mislimanên ku ji nimêja terawîhê derdiketin.

 

Di dema bûyerê de kesek ji otomobîlê daketiye û bi kêr êrîşê koma nimêjker kiriye.

 

Peyamnêra Rûdawê li Londonê Kurdistan Hesen ragihand, nimêjkaran ew kesê bi kêr êrîş kiribû girtine û radestê polîsan kirine û herdu êrîşkarên din bi otomobîlê reviyane.

 

Peyamnêra me da zanîn, ku di encama vê êrîşê de kesek hatiye kuştin û 8 kes jî birîndar in. Herwiha ew êrîşkarê hatiye girtin, 48 salî bûye.

 

Polîsên Londonê piştî êrîşê, ji bo girtina êrîşkaran dest bi operasyonê kirin. Tê gotin, ku êrîşkar kesên tundrew û nijadperest in û ji bo bersivdana êrîşên Londonê ev êrîş pêk anîne.  

 

Peyamnêra me da zanîn, ku herêma êrîş lê çêbûye hejmareke zêde ya mislimanan dijîn û ji ber vê êrîşê nîgeranin.

 

Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May piştî bûyerê êrîş şermezar kir û hevsoziya xwe ji bo malbatên qurbaniyan anî ziman.

 

Herwiha Encûmena Mislimanên Brîtanyayê jî daxwaz ji hêzên ewlekariyê kir, ku ewlekariya mizgeftan biparêzin.  

 

Piştî êrîşên Manchester û Londonê, ku berpirsiyariya êrîşê DAIŞê girtibû, li Brîtanya rik û kîna li hember mislimanan zêde bûye.


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst