Brîtanyayê li ser aloziyên navbera Îsraîl û Îranê daxuyanî da

13-04-2024
RÛDAW
Nîşan Brîtanya David Cameron Îsraîl Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Cameron li ser aloziyên di navbera Îsraîl û Îranê de got ku zêdebûna aloziyan li herêmê ne di berjewendiya ti kesî de ye.

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Cameron  îro li ser hesabê xwe yê Xê eşkere kir ku wî bi hevtayê xwe Îsraîlê Israel Katz re bi rêya telefonê axiviye.

David Cameron da zanîn ku ew ji bo dilgiraniyên xwe yên hevbeş bi Israel Katz re axiviye û wan êrişên Îranê yên li Îsraîlê gotûbêj kirin.

“Nabe Îran aloziyan zêdetir bike”

David Cameron tekez kir ku zêdebûna aloziyan li herêmê di berjewendiya ti kesî de nîne û metirsiya mirina xelkê sivîl zêdetir dike û got:

“Hewlên Brîtanya dê bi hevpeymanên me re ji bo parastina ewlehiyê berdewam bike.”

Herwiha Cameron roja Pêncşemê jî bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan re jî axivîbû.

Cameron li ser hevdîtina xwe ya bi Husên Emîr Ebdullahiyan jî re gotibû:

"Min ji Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan re eşkere kir ku nabe Îran, Rojhilata Navîn bixe nav aloziyên berfirehtir.”

Di berdewamiyê jî de David Cameron dabû zanîn ku ew gelekî dilgiran e ku kiryareke xelet bibe sedema aloziyên zêdetir û xwestibû ku Îran aloziyan kêm bike rê li ber êrişên zêdetir bigire.

Îranê dest danî ser keştiyekê

Îranê dest daniye ser keştiya barhilgir a bi Alaya Portekîzê ku tê îdiakirin girêdayî Îsraîlê ye.

Li gorî rapora ajansa Tesnîmê, Hêzên deryayî yên Îranê li Tengava Hurmuzê dest danî ser keştiyeke barhilgir ku îdia dikin pêwendiya wê bi Îsraîlê re heye.

Hat îdiakirin ku keştiya bi Alaya Portekîzî ya bi navê MSC Aries a karsazê Îsraîlî Eyal Ofelê xwediyê kompanyaya Zodiac Maritimeyê ye û navenda wê li Londonê ye.

Çi bûbû?

Li Konsulxaneya Îranê ya Şamê di êrişekê de 7 efser û şêwirmendên leşkerî yên Supaya Pasdaran a Îranê hatibûn kuştin.

Heta niha Îsraîlê berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye lê berpirsên Îranê dibêjin, ew êriş ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin û gefa tolhildanê dixwin.

Rêberê dînî yê Îranê Elî Xamaneyî roja yekem a Cejna Remezanê banga tolhildanê kir.

Li gorî raportên medyaya Amerîkayê Spaya Pasdaran çend bijardeyên bersivê dane Elî Xamaneyî û yek ji wan bijardeya jî êrişa bi mûşek e li ser axa Îsraîlê.

Li aliyê din Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser gefên Îranê got:

“Kî zererê bide me, em dê zererê bidin wan. Em ji bo her êrişê û ji bo her parastinê amade ne.”

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant jî got:

“Her êrişeke rasterast a Îranê ya li axa Îsraîlê dê bibe sedema bersivdayîna Îsraîlê.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî hişyarî da Îranê û got:

“Em pabend in ji bo parastina Îsraîlê û em dê piştgiriya Îsraîlê bikin ku Îran bi ser nakeve. Em ji bo parastina Îsraîlê amade ne. Îran dê her êrişî Îsraîlê bike.”

Biden herwiha bangî Îranê kir êriş neke.

Li aliyê din ji duh ve Hizbullaha Libnanê bi mûşek û dronên katyûşa êrişî Îsraîlê dike û balafirên şer ên Îsraîlê jî baregehên Hizbulaha Libnanê bomberan dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst