Gora dayika Selahedînê Eyûbî di bin gefa hilweşandinê de ye

19-06-2023
RÛDAW
Gora dayika Selahedînê Eyûbî di bin gefa hilweşandinê de ye
Gora dayika Selahedînê Eyûbî di bin gefa hilweşandinê de ye
Nîşan Selahedînê Eyûbî Misir Îmarata Erebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Gora dayika Selahedînê Eyûbî yê Kurdî ku di dîroka Kurdan û Îslamê de xwedî cihekî girîng e, li Misirê ji ber projeya çêkirina rê di bin metirsiya hilweşandinê de ye.

Welatiyê Kurd Îbrahîm Ezherî yê ku li Misirê dijî, di vîdeoyekê de ku ji Rûdawê re şandiye dibêje, gora dayika Selahedînê Eyûbî ku berî 800 salan hatiye çêkirin ji bo çêkirina rêyekê li Qahîreyê dê were hilweşandin.

Îbrahîm Ezherî got, “Ji ber ku ev avahî wek mîrateya dîrokî nehatiye tomarkirin, kompanyayeke girêdayî Îmaratê bi projeya çêkirina rê dê gorê hilweşîne.”

Îbrahîm Ezherî yê ku ev 8 sal in ji bo xwendinê li Misirê dijî her wiha anî ziman, “Li Misirê gelek cihên dîrokî hene ku wek mîrateya dîrokî nayên tomarkirin û winda dibin. Ev gor jî parçeyek ji dîroka Eyyûbiyan, xanedaneke mezin a Kurdan e û divê destûr neyê dayîn ku winda bibe.”

Dîroka gora dayika Selahadînê Eyûbî yê Kurdî, Melîke Xatûn û gelek gorên dîrokî tê de hene, ji dema berî êrîş û talanên Moxol, Osmanî û Memlûkan ve maye.

Îbrahîm Ezherî daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî kir ku ji bo ku rêgiriya hilweşandina gorê bikin bi Hikûmeta Misirê re peywendiyê dayînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst