Washington (Rûdaw) – Piştî ku Kongresê di rêkeftina li ser projeya xerciyan şikest xwar, hikûmeta Amerîkayê demjimêr 12:00 bi dema Amerîka û 08:00 ê serê sibeha îro (Şemî, 20.01.2018 bi dema Hewlêrê) ji kar ket.
Di vê derbarê de peyamnêrê Rûdawê Rêbaz Elî ji Washingtonê ragihand ku heta niha ne zelal e jikarketina hikûmeta Federal a Amerîkayî çiqasî berdewam dike û got: “Lê heta wê dema tê aktîf kirin, karmendên hikûmetê diçin malên xwe.”
Sedema hilweşîna hikûmetê ew bû projeya demkî ya xerciyan ku ji aliyê Encûmena Nûneran ve hatibû şandin, li Encûma Pîran dengên pêwist neanî. Eger pirojeyê deng bianiya, dibû bi awayekî demkî û heta 16ê Sibatê butçe ji saziyên hikûmî re were dabîn kirin.
Demokratan deng nedan projeyê û projeyê nikarî dengên pêwist bidest bixe. Serokê Amerîkayê Donald Trump berî hişyarî dabû û gotibû ku ji karketina hikûmetê bandoreke nerênî li artêşa welat û ewlekariya sînorên başûrê Amerîkayê dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse