Navenda Nûçeyan - Komîseriya Bilind a Penaberan li Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Behra Alboranê ya di navbera Îspanya-Mexribê de belema ku tê de koçberên qaçax hebûn binav bû û 53 kes mirin. Herwiha li Behra Spî nêzîkî Îtalyayê belema koçberan binav bûye û 117 kes 170 mirî yan jî winda ne.
Li gor daxuyaniya Komîseriya Bilind a Penaberan li Neteweyên Yekbûyî kesekî piştî ku 24 saet di behrê de asê mabû ji aliyê masîgiran ve hat xilaskirin li Mexribê tê dermankirin, keştiyên Mexrib û Îspanyayê ev çend rojên dawiyê ligel ku belema binavbûyî digerin jî tu encam bi dest nexistin.
Komîserê Bilind ê Penaberan li NYê Filippo Grandi derbarê bûyera herî mezin a koçberên bêdestûr a sala nû ya ku li Behra Spî çêbû de got: "Nabe ev trajediya li Behra Spî berdewam be. Herwiha nabe em di mijara ku gelek mirovên li ber deriyê Ewropayê dimirin de xwe bêdeng bikin."
Grandi destnîşan kir ji bo ku koçberên bêdestûr bên xilaskirin divê her cure hewldan bê dayîn.
Li Behra Spî 117 mirî yan jî winda ne
Di qezayeke behrê ya din a ku fîloya behrê ya Îtalyayê li Behra Spî rapor kir de hat ragihandin ku 117 koçberên bêdestûr an mirin an jî winda bûn. 3 kesên ku dijîn ji bo ku bên dermankirin birin Girava Lampedusayê.
Berdevkê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî yê li Îtalyayê Falvio Di Giacomo agahiyên ku 3 koçberên bêdestûr ên ku firokeyên fîloya Îtalyayê xilaskirin û anîn nexweşxaneya li Girava Lampedusayê hatin sitandin bi çapemeniyê re parve kirin.
Di Giacomo got ku "3 kesên li Lampedusayê yên ku hatin rizgarkirin gotine ew 120 kes bûn. Ji bo ku hin kes wan rizgar bikin 3 saet di behrê de mane. Ji 117 kesên winda yek jê ducanî, 10 kes jin in."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse