Li Îtalyayê belama koçberan binav bû: 41 koçber xeniqîn

09-08-2023
RÛDAW
Nîşan Îtalya Belem Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li peravên Îtalyayê ji ber binavbûna belemekê 41 koçber xeniqîn.

Li gor nûçeya ajansa ANSAyê ya Îtalyayê, belema ku koçber ji bajarê Safakesê yê Tûnisê dibirin, li Girava Lampedusayê ya Îtalyayê binav bû.

Li gorî agahiyan 41 koçber xeniqîn û 4 koçber jî ji aliyê Tîma Ewlehiyê ya Peravê ve hatin rizgarkirin.

Bi gotina kesên ku hatine rizgarkirin, 45 kesan dabû re û di nav wan de 3 jî zarok hebûn.

Belem piştî ku bi rê ket bi 6 saetan bi hêza pêleke xurt noqî avê bûye.

Roja 6ê Tebaxê jî Girava Lampedusayê ya Îtalyayê belemek binav bibû û cesedên jinekê û zarokekî hatibûn dîtin.

Li gorî daneyên Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM), ji sala 2014an û vir ve zêdeyî 14 hezar kesan dema ku wan hewl daye ji Lîbya û Tûnisê derbasî Îtalyayê bibin, di deryayê de xeniqîne yan jî winda bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst