Amerîka keştiyên şer û leşkeran dişîne Rojhilata Navîn

2 demjimêr berê
Nîşan Amerîka Keştî Leşker Rojhilata Navîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pentagonê ferman da ku sê keştiyên şer û 2 hezar û 200 leşkerên hêzên deryayî herin Rojhilata Navîn.

Li gorî raporên medyayan, sê keştiyên şer ên Amerîkayê yên ku 2 hezar û 200 leşkerên Yekîneya 31ê ya Marîneyê (hêzên deryayî) hildigirin dê hefteya pêşiya me bigihin herêmê.

Keştiya sereke ya vê hêzê USS Tripoli ye.

Ew wekî yekê ji keştiyên herî bipêşketî yên êrişker ên Amerîkayê ye û wekî "balafirhilgireke biçûk" kar dike.

Ev keştî balafirên şer ên bipêşketî yên wekî F-35B û balafirên Osprey hildigire ku şiyanên wan ên êrişa bilez û operasyona bejahî hene.

Pêşbîniyên li ser operasyona bejahî

Berpirsên leşkerî diyar dikin ku ev hêzên nû derfetên zêdetir didin destê Donald Trump da ku çûn û hatina keştiyên petrolhilgir biparêze.

Çavdêr amajeyê bi du îhtimalan dikin:

Parastina peravan: Bicihkirina hêzên deryayî ya li ser peravên Îranê yan jî giravên nav Kendavê da ku rê li ber danîna mayînên deryayî ya ji aliyê Tehranê ve were girtin.

Kontrolkirina Girava Xarkê: Pispor dibêjin li şûna wêrankirina bi temamî ya binesaziya petrola Îranê ya li wê giravê (ku dê bi salan dem bigire heta ji nû ve were avakirin), ji bo Washingtonê vebijêrka herî baş kontrolkirina wê ya bi rêya hêzên bejahî ye.

Şer nêzîktir dibe

Şerê ku di destpêkê de tenê bi rêya bombebarana dûravêj bû, niha ber bi şerekî nêzîktir ve diçe:

Helîkopterên Apache: Serfermandarê Hêzên Hevbeş ên Amerîkayê General Dan Cain ragihand ku helîkopterên êrişker ên Apache tevlî şer bûne û li nav axa Îraqê li milîsên nêzîkî Îranê dixin.

Mûşeka hesas: Cara ewil e di dîroka şeran de, artêşa Amerîkayê mûşeka "êrişa hesas" a ku bi navê PrSM tê naskirin bi kar aniye da ku armancên bejahî û keştiyên şer ên Îranê yên nav benderan bike hedef.

Serokê Amerîkayê Donald Trump doh gotibû: "Ez leşkeran li ti cihî bi cih nakim."

Lê wî her wiha anîbû zimên ku eger karekî wisa bike jî ew dê ji medyayê re ranegihîne.

Ev daxuyaniya nediyar a Trump di demekê de ye ku Pentagon ji bo dabînkirina mesrefên şerê Îranê daxwaza budceyeke zêdek a 200 milyar dolarî dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst