Macron: Fransa bi hêzê Tengava Hurmizê venake

2 demjimêr berê
Nîşan Emmanuel Macron Tengava Hurmizê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku welatê wî tevlî ti hewldanê nabe ku dixwaze Tengava Hurmizê bi bikaranîna hêzê veke.

Macron li Brukselê di çarçoveya Lûtkeya Serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê (YE) de konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.

Wî diyar kir ku helwesta Fransayê ya li Rojhilata Navîn tenê li ser parastinê hatiye avakirin û armanca wan ew e ku alîkariya kêmkirina aloziya herêmê bikin.

Macron destnîşan kir ku di lûtkeyê de wan bang kiriye ku ji êrişên li ser binesaziyên sivîl re navberek were dayîn.

Wî bi taybetî bal kişand ser hewcedariya parastina pêdiviyên bingehîn ên sivîlan û dabînkirina ewlehiya enerjiyê.

Banga agirbestê û peyama ji bo Îranê

Serokkomarê Fransayê anî zimên ku ew dixwaze di vê pêvajoya ku herêm dikeve dema cejnê de çek bê deng bibin.

Wî xwest ku ji bo çareseriyeke ji dan û standinan re şansek bê dayîn û alî di saetên bê de ji pevçûnan re navberekê qebûl bikin.

Macron diyar kir ku eger rewşa herêmê aram bibe, Fransa amade ye bi welatên din re berpirsiyariya parastina keştiyên li Tengava Hurmizê hilgire.

Macron da zanîn ku ji bo vê yekê pêwîstî bi beşdariya aktorên sektora deryayî û hevdîtinên bi Îranê re heye.

Wî daxuyand ku di atmosfereke ku bombebaran û êriş li herêmê didomin de, ew tevlî ti hewldana vekirina Tengava Hurmizê ya bi rêya hêzê nabin.

“Ez baldar im”

Macron li ser pirsa "Gelo welatên cuda yên Ewropayê daxwaz dikin ku ji bo vekirina Tengava Hurmizê pêşnûmeyek pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî were kirin?" diyar kir ku ew dê li ser mijara avakirina çarçoveyeke Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Tengava Hurmizê bi hevparên xwe yên din re biaxive.

Macron anî zimên ku wî Guterres û hevtayên xwe yên Ewropayî ji vê destpêşxeriyê (înîsiyatîv) agahdar kirine û got, "Ez baldar im çimkî ev tenê bi me ve girêdayî nîne."

Wî her wiha da zanîn ku tedbîrên têkildarî bihayên enerjiyê yên di çarçoveya niha de jî hatine nîqaşkirin û anî zimên:

"Em dikarin ji bo dabînkirinê pişta xwe bi embarên xwe yên tedbîrî û embarên xwe yên stratejîk ve girê bidin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst