Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeheke Parîsê cezayê girtîgehê yê muebedê da çekdarekî Fransayî yê di nav refên DAIŞê de bû.
Ev di dîroka Fransayê de doza ewil e ku derbarê sûcên li dijî Kurdên Êzidî ye.
Dadgeha Parîsê roja înê 20ê Adara 2026an, cezayê muebedê (heta hetayê) da Sebrî Esîd.
Esîd bi encamdana "sûcên li dijî mirovahiyê" û beşdarbûna Komkujiya Kurdên Êzidî ya di navbera salên 2014-2016an de hate tawanbarkirin.
Serokê Dadgehê Marc Sommer dema biryar dixwend got:
"Sebrî Esîd beşek bû ji wê jenosîda ku rêxistina DAIŞê pêk anî. Esîd xelekek bû ji tora tawankariyan a ku kirîn û firotina welatiyên Êzidî dikir."
Sommer diyar kir ku DAIŞê bi awayekî sîstematîk Kurdên Êzidî ji ber baweriya wan a dînî armanc dikirin.
Esîd sala 1984an li Fransayê ji dayîk bûye û sala 2014an tevlî DAIŞê bûye.
Guman heye ku ew sala 2018an li Sûriyeyê hatibe kuştin lê ji ber ku belgeyeke fermî ya li ser mirina wî nîne, dadgehê biryara xwe bêyî amadebûna wî da û fermana girtina wî hîn jî wekî vekiriye.
Di nava 5 rojên dadgehkirinê de 2 jinên Kurd ên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne û li bazarên DAIŞê hatibûn firotin, şahidî kirin.
Yek ji wan jinan behsa wê yekê kir ku ka çawa ji aliyê Esîd û çekdarên din ve rojane rastî destdirêjiyê hatiye û ji av û xwarinê bê par hatiye hiştin.
Ev biryara dadgeha Fransayê piştî zincîreyek biryarên bi vî rengî yên li Almanya, Belçîka û Swêdê tê ku ji sala 2021an ve dest pê kirine.
Dozgera giştî ya dadgehê Sophie Howardê jî got, "Tundiya zayendî di siyaseta DAIŞê ya ji bo ji nav birina Êzidiyan de gaveke sereke bû.
Kuştin ne tenê rê bû, koletî û birçîkirin jî beşek bûn ji wê siyaseta paqijkirina nijadî."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse