Şerê Îranê bi dawî dibe? Donald Trump peyameke nû belav kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Şerê Îranê Amerîka Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew gelekî nêzîkî pêkanîna armancên xwe yên li Îranê bûne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew di şerê li dijî Îranê de "gelekî nêzîkî bicihanîna armancên xwe bûne" û li ser bidawîkirina operasyonên serbazî difikirin.

Trump her wiha 5 armancên sereke yên operasyonê eşkere kirin ku têkbirina şiyana mûşekî, deryayî, esmanî û pîşesaziya parastinê ya Îranê li xwe digirin.

Donald Trump li ser tora Truth Socialê daxuyaniyek belav kir û bal kişand ser qonaxa dawî ya şer.

Trump behsa armancên operasyonê kir û wiha nivîsand:

"Em ji bo bicihanîna armancên xwe gelekî nêzîk bûne di demekê de ku em li ser bidawîkirina hewlên xwe yên leşkerî yên mezin ên li Rojhilata Navîn ên li hemberî pergala terorîst a Îranê difikirin."

Serokê Amerîkayê 5 armanc ji bo vî şerî diyar kirin û anî zimên ku wan li ser van xalan kar kiriye:

Peyama Donald Trump wisa ye:

“Em ji bo bicihanîna armancên xwe gelekî nêzîk bûne di demekê de ku em li ser kêmkirina hewlên xwe yên leşkerî yên mezin ên li Rojhilata Navîn ên derbarê pergala terorîst a Îranê de difikirin:

1-  Têkbirina temamî ya şiyana mûşekî ya Îranê, sehnên avêtinê û her tiştê din ê bi wan re peywendîdar.

2- Rûxandina baregehên pîşesaziya parastinê yên Îranê.

3-  Rûxandina hêza wan a deryayî û esmanî, bi çekên dijîbalafiran ve jî.

4-  Ti carî rê neyê dayîn ku Îran nêzîkî şiyana atomî bibe û em her tim di wê pêgehê de bin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê karibe bi lez û bi hêz bersivê bide rewşeke wilo, eger rû bide.

5 - Parastina hevalbendên me yên li Rojhilata Navîn di asta herî bilind de, di nav wan de Îsraîl, Erebistana Siûdî, Qeter, Îmarat, Behreyn, Kuweyt û welatên din.

Tengava Hurmizê divê li gorî pêdiviyê ji aliyê neteweyên din ên ku wê bi kar tînin were parastin û çavdêrîkirin — Dewletên Yekbûyî wê bi kar nayîne!

Eger were xwestin, em dê di hewlên wan ên li Hurmizê de alîkariya van welatan bikin.

Bes gava gefa Îranê ji binî hat rakirin, nabe ku pêwîst be. Tiştê giring ew e ku ev dê ji bo wan operasyoneke leşkerî ya hêsan be.

Spas ji bo girîngîdana we ya bi vê mijarê!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst