Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû "şande îro bi rê dikeve" lê çavkaniyên li Washingtonê diyar dikin ku dê şande "di demeke nêzîk de" biçe.
Li Îslamabada paytexta Pakistanê amadekarî qediyane lê belê beşdariya aliyan hîn fermî nebûye.
Tê pêşbînîkirin ku dan û standinên dîrokî yên Amerîka û Îranê dawî li krîza Rojhilata Navîn bînin.
Beriya van dan û standinan nezelaliyek heye.
Agahiyên nakok ên ji Washington û Îslamabadê wisa kir ku çav vegerin ser maseya aştiyê ya li Pakistanê.
Washington dibêje ‘di demeke nêzîk de’
Çavkaniyeke bilind ê Amerîkayî ji Nûçegihanê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde re axivî.
Wê çavkaniyî got ku amadekariyên sefera şandeya Amerîkayê ya ji bo Îslamabadê berdewam dikin.
Wî her wiha da zanîn ku ew plan dikin şande "di demeke nêzîk de" bi rê bikeve.
Serokê Amerîkayê Donald Trump doh ragihandibû ku dê şande roja duşemê (îro) ber bi Pakistanê ve biçe.
Lê çavkaniyên fermî amaje pê dikin ku şande hîn bi rê neketiye.
Li Îslamabadê ji bo şandeya Îranê otel amade ye
Li Îslamabada paytexta Pakistanê ku dê dan û standin lê bên kirin xebateke bilez tê meşandin.
Nûçegihana Rûdawê Dilniya Rehmana ku bipêşketinan li Îslamabadê dişopîne, agahî dan.
Dilniya Rehmanê ragihand ku hikumeta Pakistanê hemû amadekariyên protokolê qedandine.
Wê diyar kir ku ji bo şandeya Îranê oteleke taybet hatiye veqetandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse