Berpirsê Amerîkî bo Rûdawê: DAIŞ şeytan e

20-09-2016
RÛDAW
Mark Toner
Mark Toner
Nîşan Amerîka Iraq DAIŞ
A+ A-

Washington (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner ragihand, giring e ku hêzên Iraqî û kurdî û hêzên din ên li dijî DAIŞê di nava hemahengiyê de bin.

 

Mark Toner, civîva Serokê Amerîkayê Barack Obama û Serokwezîrê Iraqê Heyder Obama ji Rûdawê re nirxand û got:

 

“Ev derfeteke mezin e ku ji bo nirxandina gavên pêşerojê û jihav fêmkirinê Serok Obama ligel berpirsên Iraqê dicive. Di çend mehên dawiyê de ji bo qelskirina DAIŞê me pêngavên baş dîtin.”

 

Toner behsa giringiya hemahengiya di navbera hêzên Iraqî, kurdî û hêzên din kir û wiha axivî:

 

“Divê ev yek di bin ferman û rêbertiya Artêşa Iraqê de be. Çimkî ji bo me ev yek eşkere bûye ku ew dikarin ewlekariya welat dabîn bikin. Em hemû li ser wê yekê bi rijd im ku DAIŞ şeytan e û divê em wî têkbibin.”

 

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha balkêşa ser giringiya hevgirtina pêkhateyên Iraqê û diyar kir ku Felûce bûye mînak ku piştî hatiye rizgarkirin, bûye navçeyeke aram.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst