Amerîka: Em ji ber berbelavbûna DAIŞ û El Qaîdeyê dilgiran in

23-08-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka DAIŞ El Qaîde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê ragihand ku ew ji ber liv û tevgera berdewam û berbelavbûna rêxistinên DAIŞ û El Qaîdeyê yên li herêmê nîgeran e û da zanîn ku ew dê di şerê li dijî "terorê" de girîngiyê bide hevahengiya bi welatên herêmê re.

Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku Washington "di şerê li dijî terorê de girîngiyê dide hevparî û hevalbendên xwe yên li herêmê" û tekezî li ser dilgiraniya xwe ya li hemberî "liv û tevgera berdewam û berbelavbûna DAIŞ û El Qaîdeyê ya li herêmê" kir.

Her wiha balyozxaneyê pesnê wan welatên endamên Neteweyên Yekbûyî da ku "di rûbirûbûna terorê ya li Îraq, Sûriye û Somaliyê de li ser zextên xwe berdewam bûn" û anî ziman ku van hewldanan alîkarî kiriye ku liv û tevgera DAIŞê were sînordarkirin.

DAIŞa ku berê li Îraq û Sûriyeyê xwedî erdeke berfireh bû, sala 2017an li Îraqê û 2019an jî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê têkçûna wê hat ragihandin lê heta niha jî li her du welatan êrişên xwe yên kujer didomîne.

Rêxistina El Qaîdeyê jî tevî zextên leşkerî yên bi salan ên navneteweyî, hîn jî li hinek beşên Rojhilata Navîn û Afrîkayê xwedî şaneyên razayî ye.

Amerîka bi pêşengiya hevpeymaniyeke navneteweyî, li Îraq û Sûriyeyê hewlên xwe yên ji bo rêgirtina li vejîna DAIŞê didomîne.

Operasyona li Îdlibê

Roja çarşemê, Hevpeymaniya Navneteweyî berpirsekî DAIŞê li bakurê rojavayê Sûriyeyê desteser kir.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku welatiyê Îraqî û fermandarê DAIŞê Ebû Hefs Qureyşî di operasyoneke berbangê de piştî ku hêzên hevpeymaniyê bi helîkopteran li bajarokê Etmê yê nêzîkî sînorê Tirkiyeyê daketin ser cihê wî, hatiye desteserkirin.

Her wiha di operasyonê de welatiyekî din ê Îraqî jî hatiye kuştin.

Rewangehê her wiha amaje pê kiribû ku jineke Frensîaxêv li gel wî kesê ku hatiye desteserkirin bûye lê ne diyar e ka ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatiye birin yan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê ve ku paşê herêm dorpêç kiribûn.

Du sal berê, DAIŞê ragihandibû ku piştî ku rayedarên Tirkiyeyê serokê berê yê rêxistinê kuşt, kesekî bi navê Ebû Hefs Haşimî Qureyşî wekî serokê nû yê rêxistinê destnîşan kiriye.

Li hemberî vê, televîzyona fermî ya Sûriyeyê roja çarşemê ji zarê berpirsekî ewlehiyê yê ku navê wî nehate eşkerekirin belav kir ku navê wî welatiyê Îraqî yê ku bûye hedef "Elî" ye û navê wî yê rast "Selah Nûman" e.

Her wiha ragihand ku Nûman li gel hevjîn, kur û dayîka xwe li apartmanekê dijiya û di êrişê de hatiye kuştin.

Tevî kuştina serkirdaya şiyanên operasyonê

Berpirsê Dijeterorê yê Neteweyên Yekbûyî Vladimir Voronkov roja çarşemê ji Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî re ragihand, tevî ku di salên dawî de gelek serkirdeyên DAIŞê hatine kuştin jî "rêxistinê karî şiyana xwe ya operasyonî biparêze."

Adara îsal, hêzên ewlehiyê yên Îraqê bi hevkariya hevpeymanan, cîgirê serokê sereke yê DAIŞê kuştibûn.

Voronkov got, "Ti nîşan nîne ku kuştina wî kesî ti cudahiyek çêkiribe." Her wiha li ser bingeha agahiyên çend welatan got, dibe ku rêxistina tundrew di nava şeş mehan de ji vî zirarê xelas bibe.

Balyoza bi Wekalet a Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî Dorothy Shea ti amaje bi desteserkirina roja çarşemê nekir, lê ragihand ku îdareya Trump operasyonên xwe yên dijîterorê li seranserê cîhanê zêde kirine ku di nav de hedefgirtina serkirde, binesazî û torên darayî yên DAIŞ û Qaîdeyê jî hene.

DAIŞ zêdetirî deh sal berê ji Qaîdeyê veqetiya û piştî ragihandina "xîlafetê" ya sala 2014an li beşeke berfireh a Sûriye û Îraqê, bi sedan çekdar ji seranserê cîhanê kişandin nav refên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst