Hewlêr (Rûdaw) - Serkirdeyên 22 welatên cîhanê, di nav wan de Îmarat, Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Kanada û Koreya Başûr, di daxuyaniyeke hevbeş de bi tundî êrişên dawî yên Îranê yên li keştiyên bazirganî û girtina Tengava Hurmizê şermezar kirin.
Di daxuyaniya hevbeş de hat diyarkirin ku girtina Tengava Hurmizê ji aliyê hêzên Îranê ve û êrişkirina ser binesaziya sivîl û sazî û dezgehên petrol û gazê nayê qebûlkirin.
Daxwaza rawestandina bilez a êrişan
Wan welatan bangî Tehranê kir ku "bilez dev ji gefên xwe, danîna mayinan li deryayê, êrişên bi mûşek û dronên berde" û pêbendî biryara 2817an a Konseya Ewlehiyê Neteweyên Yekbûyî bibe.
Ew 22 welatan tekez dikin ku azadiya keştîvaniyê bingiheke sereke ya yasayên navneteweyî ye û astengkirina zincîra dabînkirina enerjiyê gef e li ser aştî û ewlehiya cîhanê.
Welatan hişyarî da ku encamên van kiryarên Îranê dê bandorê li xelkê li seranserî cîhanê bikin, bi taybetî jî li ser kesên hejar.
Hewlên ji bo aramkirina bazara enerjiyê
Welatên ku îmzeya wan li ser daxuyaniyê heye, amadebûna xwe nîşan da ku beşdarî hewlên ji bo misogerkirina çûn û hatina ewle ya di rêya avî de bibin.
Wan welatan her wiha piştgirî da biryara Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî ku ji bo rêgirtina li bilindbûna nirxan, bikaranîna yedegên stratejîk ên petrolê pêşniyar dike.
Di beşeke din a daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hat kirin ku ev welatan dê bi hilberînerên petrolê re kar bikin da ku asta hilberînê zêde bikin heta ku bazarên enerjiyê aram bibin.
Wan welatan her wiha soz da ku bi rêya Neteweyên Yekbûyî û saziyên darayî yên navneteweyî, alîkariya wan welatan bikin ku ji ber vê krîzê herî zêde ziyan dîtine.
Welatên ku îmzeya wan li ser daxuyaniyê heye ev in: Îmarat, Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya, Holenda, Japonya, Kanada, Koreya Başûr, Zelandaya Nû, Danîmarka, Letonya, Slovenya, Estonya, Norwêc, Swêd, Fînlandiya, Çekya, Romanya, Behreyn, Lîtvanya û Awistralya.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse