Hewlêr (Rûdaw) - Cîgira Seroka Parlamentoya North Rhine-Westphalia (NRW) ya Almanyayê Bêrîvan Aymazê diyar kir ku Newroza îsal Kurdên her çar parçeyan anîn ba hev.
Îsal li bajarê Bonnê yê Almanyayê bi beşdariya bi hezaran Kurdên li diyasporayê Newroz tê pîrozkirin. Koordînatorê Newroza Bonnê Akîf Hesen ji Rûdawê re eşkere kir 100 hezar kes beşdarî Newrozê bûne.
Siyasetmedara Kurd Bêrîvan Ayman beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bû û kêfxweşiya xwe ya ji bo yekrêziya Kurdan anî zimên.
Bêrîvan Aymazê ji Rûdawê re ragihand ku Newroza îsal bûye wesîleya kombûna Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê.
Bêrîvanê diyar kir ku dilê wê bi dîtina Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê şad bûye.
Siyasetmedara Kurd hêvî kir ku Newroz bibe sedema aştî û azadiyê û got, "Ez Newrozê bi dil û can li gelê Kurd pîroz dikim."
Bêrîvanê bal kişand ser qerebalixiya pîrozbahiyê û daxuyand ku polîsan jî nekarî hejmara tam a beşdaran texmîn bikin.
Siyasetmedara Kurd eşkere kir ku ji ber zêdebûna hejmara Kurdan gelek otoban hatine girtin û gelek kes hîn li ser rêyan in.
Berîvanê di berdewamiyê jî de got, "Ez dizanim ku niha li vir rihê azadiyê û rihê berxwedanê heye û ev yek gelekî giring e."
Siyasetmedara Kurd behsa zimanê xwe yê dayîkê jî kir û bi bîr anî ku zimanê dayîka wê Zazakî ye.
Bêrîvanê destnîşan kir ku ew dixwaze di paşerojê de Kurmancî û Soranî jî fêr bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse