Li Pakistanê ji bo dan û standinên Îran û Amerîkayê amadehî tên kirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Pakistan Îran Amerîka Dan û Standin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Pakistanê ji bo gera duyem a dan û standinan a di navbera Amerîka û Îranê de li Îslamabada paytext amadehiyan dike.

Li gorî nûçeya rojnameya Dawnê, Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf ji bo nirxandina amadehiyên ewlehî û îdarî yên dan û standinan civînek pêk anî.

Di civînê de Wezîrê Karên Navxwe yê Pakistanê Muhsîn Neqvî behsa tedbîrên ewlehiyê kir.

Muhsîn Neqvî da zanîn ku beriya hevdîtina şandeyên her du welatan li gelek cihên paytextê tedbîrên berfireh hatine standin.

Rayedarekî hikûmeta Pakistanê ji nûçegihanê AAyê re axivî û got:

"Dema ku amadehiyên ewlehî û îdarî tên kirin, hêvî hîn zindî ye.

Em nikarin bibêjin dê dan û standin kengî çêbibin."

Zanîngeh bûn online, 3 otel hatin girtin

Li gorî nûçeya rojnameya Wall Street Journalê (WSJ), Otela Serenayê ku gera yekem a dan û standinan lê hatibû kirin ji xizmetê re hat girtin.

Her wiha otelên Marriott û Movenpickê jî wekî alternatîf hatin girtin.

Li Îslamabada paytext hêzên ewlehiyê li gelek deverên ku sazî û dezgehên hikûmeta navendî û nûnertiyên biyanî lê ne hatin bicihkirin.

Li Îslamabadê posterên "Dan û Standinên Îslamabadê" hatin daliqandin.

Ferman hatiye dayîn ku gelek saziyên xwendina bilind û zanîngeh derbasî perwerdeya online bibin.

Di vê pêvajoya ku wekî "pirsgirêka dan û standinan" tê binavkirin de, hîn ne diyar e ka dê şandeyên Amerîka û Îranê werin ba hev an na lê rayedarên li Îslamabadê di amadehiyê de ne.

Piştgirî û pesindayîna Çînê

Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Mihemed Îshaq Dar, Balyozê Çînê yê Îslamabadê Jiang Zaidong qebûl kir.

Di hevdîtinê de Zaidong diyar kir ku Çîn bi temamî piştgiriyê dide hewlên Pakistanê yên ji bo hêsankirina hevkariya di navbera Amerîka û Îranê de.

Zaidong destnîşan kir ku ev hevkariya ji bo "aştî û aramiya mayînde" ya li herêmê gelekî girîng e û wî pesnê van hewlan da.

Li aliyê din, Balyozê Rûsyayê yê Pakistanê Albert P. Khorov li ser hesabê medyaya civakî yê balyozxaneyê daxuyaniyek da.

Khorov ragihand ku Rûsya di dan û standinên Amerîka û Îranê de rola "navbeynkara rasterast" ranegirtiye.

Khorov destnîşan kir ku ji destpêka bûyeran ve ku ew wekî "êrişa çekdarî ya bêsedem" a Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê bi nav dikin, Rûsya bi berdewamî hewl dide ku rê li ber gurbûna şer bigire.

Balyozê Rûsyayê got, "Moskowê her tim tekez kiriye ku divê demildest dawî li wan şeran were anîn ku bandorê li binesaziya sivîl dikin û dibin sedema êşan, bi taybetî jî li welatên Kendavê."

Çi bûbû?

Şerê ku piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên 28ê Sibatê yên li dijî Îranê li welatên herêmê belav bûbû, 8ê Nîsanê bi agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de bi dawî bûbû.

Birêvebiriyên Washington û Tehranê 11ê Nîsanê bi navbeynkariya Pakistanê li Îslamabadê dan û standin kiribûn.

Lê belê hatibû ragihandin ku hevdîtin "bêyî ku bigihêjin peymanekê" bi dawî bûne.

Televîzyona Al Jazeerayê ya Qeterê îro di nûçeya xwe ya ku dispêre rayedarekî Pakistanî de îdia kiribû ku "şandeya pêşdanûstandinan" a Îranê ji bo hevdîtinên bi Amerîkayê re gihîştiye Îslamabadê.

Îranê ev îdia ne piştrast kir û ne jî ragihand ku wan biryar daye şandeyekê bişînin Îslamabadê.

Çavkaniyên Pakistanî ji New York Postê re gotibû ku Tehran "ji bo gera duyem dildar e" lê li ser vê "hîn ti biryar nehatine dayîn".

Medyaya dewletê ya Îranê jî ragihandibû ku ti şandeyên Îranê neçûne Îslamabadê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst